Romana (Tirsa bê diran) ya Helîm Yûsif û tabloya tirsê!!

Dr. Zara Brahîm

Eger em deriyê pirtûkxana wêjeya kurdî vekin, li rojavayê Kurdistanê, em Karin navê nivîskarên romanê û berhemên wan li ser tiliya bijmêrin.
 Çîrokên gelerî, danhevên kelepurî û çîroka kin baş li nik me peyda dibe, ji xwe gotin nayê ser helbestê û helbestvanan û pirbûna wan di wêjeya kurdî de, çiku her kesekî ku hînî zimanê kurdî dibe, dicî de helbesta rêz dike, eger wî dawiya gotina weke hev derxist, ji xwe wê navê (helbesta kilasîk) lêbike. Lê eger pêre neçû serî û fam nekir, wê navê (helbesta nûjen) lêbike, da êdî kes wî rexne nekê û karibe xwe bêtir winda bike dinav mij û morana (nûjeniyê) de. Loma pirseke giring xwe tênê ziman di vî warî de, ku em bi rastî vegerne xwendinê berî ku em bikevine van tevlîheviya de, da ku em karibin astê rewşebîriya kurdî bilind bikin.
Roman bi zimanê kurdî gelek kêm hatine nivîsandin, loma çi berhemên di vî warî de tên weşandin cihê sipasiyê ne. Navê nivîskar Helîm Yûsif, bi xurtî cî girtiye di beşê wêjeyê de, çi çîrok yan jî roman û berhemê wînî dawî romana bi navê(tirsa bê diran) bû. Roman bi zimanekî kurdî( kurmancî) hesanî û xweş hatiye nivîsandin, wêneyeke rastî ji rewşa hindirê welat di romanê de hatiye xuyanîkirin, bi xeyaleke romansazî hatiye hûnandin û ew wêneya tirsê di rûyê xeyala wî kesê ku hergav dev ji Mûsa nediberda û dawî wêneya wî bixwe bû, vê xeyalê bêtir teybetmendî da romanê. Bûyerên romanê li bajarê Qamişlo pêktên, lê gava mirov naveroka wê dixwêne, bala wî diçe bajarê Amûdê. Li vir, em karin bêjin ku nivîskar nikarîbû kirasê amûdiyan jixwe bike, çi ji aliyê lehengên romanê ve û çi ji aliyê peyvên wan ve be, loma wî bi xeyaleke xweş û hesanî bûyerên Amûdê, yên 12adarê nivîsandibûn, lê bi wê serbestiyê  nikarîbû wêneya bûyerên Qamişlo rêz bike li ser rûpelan. Di vir de bandora cî û dîtinê  tê xuyanîkirin.
Mûsa lehengê serekî yê romanê ye, ji nifşê wê 30 saliya tirsê ye, weke geleke din ji xeynî wî ve, bandora îdyolojî û perwerdeya yekreng ji destpêkê ta dawiya romanê tê xuyakirin, Mûsa ditirsa xwede dimîne  ta dawiya romanê.Ji zaroktiya wî ve û gava ku wî û hevalên xwe teriyê keran dibirîn, gava dibe mamoste, lê hîn jî ditirse, serhildan jî  çêdibe û hîn ew ditirse. Peyre Mûsa direvê dervey welat, lê hîn jî bi tirse, tevlî ku muxaberat li wan dera nînin jî, lê ew sax nabe ji vê nexweşiyê, dikeve aso û atmosfêrek azad de li europa, lê her û her ew di wê tirsa xwede ye!!!!
Nivîskar ji mere tirs daye nasîn weke nexweşiyek bêçare û bêderman, gava xwe diberde canê mirovan, û her kes biwê nesaxiyê ketiye, tevlî ku du raperînên mezin pêkhatin. Di vê xalê de bandora mercê dîtinê pêknehatiye, çiku nivîskar ne dinav bûyera de bû, tenê ew tişta ku bihîstibû û jêre hatibû gotin. Eva ha diyare, ji ber ku serpêhatiyên dema ku ew li Sûrî bû, xweşik li ser wan sekiniye, nemaze salên zaroktî û pey wêre jî rewşa xwendinê li dibistan û zanîngihan, tirsa ji polis û hêzên ewlekariyê, wêneyê bîr û ramanê basî û erebkirinê, ta ku ew dighijê serhildana 12 avdarê. Serhildan bixwe mêraniyeke mezin û bêhempe bû, gelê kurd tev pêrabû, ew dîwarê tirsê hêrivî, zarok û mezin, xort û qîz û çi kesê kurd beşdarbû divê serhildanê de, comerdiyeke bêsînor ji rexê miletê kurd ve çêbû, tu rojan mirov bawer nedikir ku wê rojeke bivî rengî ku kurd hemû yekbûn û yekdestbûn li dijî desthilatdaran. Çiqasî em li ser vê serhildanê bi axivin, emê nikaribin mafê wê bidnê, çikû weke xewnekê bû, lê bû rastiyek û bi destê millet hemiyan çêbû, û tev jî leheng û gernas bûn.
Li vir em lêburînê ji birader Helîm dixwazin, ji ber ku wî di romanê de ev wene neda xuyanîkirin, û her û her ew tirs bû ku biherkesî  re dima, piştî ku serhildanê jî hîn ew tirs berdewam bû û eva han di kesayetiya lehengên romanê de hate xuyakirin ku pirê wan çûn dervey welat.
Miletê kurd ku cara yekemîn bû perda tirsê çirand, pêşî gava ku girtiyên kurd hatin berdan ji zindanê û çalakiyên libin konê wan, peyre serhildana 12 avdarê ya pîroz, piştî wêre bûyera Şêx Maşûq û kuştina wî, dîse jî kurdan kêmasî nekir. Meşeke mezin lidarket li bajarê Qamişlo berî kuştinê, ji xwe gava termê wî anîn, millet sax li kolana bû û Qamişlo wê rojê hate hejandin, peyre meşeke din pêkhat û bi hezaran kurd beşdarbûn û li vir divê em wê mêraniya pîrekên kurdan jibîr nekin li dijî hêz û eskerên rêjîmê, tevlî ku gelek ji wan keç û pîrekan birîndar jî bûn, lê çavên wan ji kesî neşikestin û her û her û ta roja îro jî di hemû çalakiyan de beşdarin û yan dawî ji wan  ew sêsaliya serhildanê bû.
Kurdan dîrokeke nû ji xwere nivîsandin ji dema serhildanê û vir de û êdî ew tirsa ku hin mirov têde ne, şikest û nema divegere û ev tişta han roj biroj bêtir xuya dike û diyare.
Em karin bêjin ku dîtin û bihîstin tucarî nabin wekhev. Erê mirov digot ma gelo wê rojek halo were!! Ew roj hat û tevahiya millet pêrabû, pirsa kurdî hişkere û bi xurtî cî girt ku bêçareserkirin ji vê pirsê re, pêvejoiya guhertin û demokrasiyê naçê serî û tişta mayî dimîne ser bizava kurdî ku karibê vî miletê comerd lidor xwe bide hev û yekîtiya wan xurt bike.
Li dawî em karin bêjin ku roman xweş hatiye hunandin û bi xeyalek romansazî xurt, tevlî ku hin têbîniyên me li ser hebûn, lê ji nirxê wê romansazî kêm nabe û ev berhem pirtûkxana romana kurdî zengîn dike û em bihêvî ne ku di paşerojê de hîn bêtir hebe.  
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…

Burhan Hesso

Du Baskên min in,

Tu î
û
Helbest …
Berê, ez xewna Tîrkekî bûn
Di malzaroka Kevan de
Kevloşkî,
Xûz,
Çimandî,
Kewş…
Xwe dispart, tîbûna Kerwankî lal !
Ba,
Mîna Silava Peyxamberan
Xav ,
Dibişivîn Hinarên, hinartî xwelya şikestinan
Xav , dibuhurî bixêrîkên pirsan
Têperên Regezan, Qalûnên Qitranê dikşandin ,
Sehên Barîk
Ji Mitêlên Ûcaxan desmêj digirtin
Kendavên hilmirastî, Kindir dadihijtin dûmahiya Henasên min
Li ser pîkoliya min
Qirix diçû Ava
Serek…

Rêber Hebûn

Di roja 11ê Tîrmeha 2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li Düsseldorfê êvarek awazê ya bi navê “Şevbêrkeka Hunerî” li dar xist.
Ev çalakî bi dengbêjî û awaza kurdî ya hunermend zanyar: Hisên Bilal hat xemilandin

Rêvebirina civînê ji aliyê nivîskar Rêbar Habûn ve , rêvebirê Destpêşxeriya Kombûna Zanyarên Azad,…

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…