Wêneyên kavilekî nediyar

Roni Eli
 
Bêje … Nebêje
Gotinên te
Mîna toza
talîzokên havînê
 Bi gulmek av
Têne şiştin û
wenda dibin
Mîna afsaneyên şevbihêrkên zivistanê
Hinavan dicivilînin
Û piştî kêlîkekê
Bi pençê kenekî re
Koçdikin û têkdiçin

 Bêje .. Nebêje
Wêneyên te
Di tîna havîneke girgîn de
Bawşîna li ser dil in
Di berbanga hêviyan de
Geşteya asoya paşerojê ne
Lê nameyên te
Mîna mûşegên ku dîwarê pişta sêwiyan
Li welatê min hilweşandin
Tîrêjên sibehê diqelişînin ..Talan dikin
 
Bêje .. Nebêje
Gotinên beravêtî
Mîna kavilên di devê lehiyan de
Ti dîmenan
Qeşeng û narîn nakin
Mîna peyala Dewrêşê Evdî
Ji bilî mirin û Erd ê qulemişkan
Dildaran sirgûn nakin
Bêje .. Ez im Şivanxapîka hastên bêpar im
Lê nebêje .. Dîlber û yar û Bihar im
 
 1952016
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...