Li Efrînê Xelata Pesendkirina Zimanê Kurdî

Merwan Berekat
Ji çend salan ve, nemaze piştî ku şoreşa Sûriyê dest pêkir, li herêma Efrînê geşedan û tevgereke çalaktir di warê nivîsandina bi zimanê Kurdî de çêbûye. Têştê balkêş û berçav ew e, ku jina Kurd roleke zor hêja di vê geşedanê de dilîze. Bêguman, ev jî cihê serbilindî, şanazî û rêzgirtinê ye.
Ji ber hin teybetiyên civakê, jina kurd û nemaze ya ku di warê nivîsandinê de dixebite, pir dijwarî, lukmandin û astengî çi ji aliyê malbatê û çi jî, ji aliyê civakê ve li pêş wê derdikevin. 
Ji ber wê jî, zor pêwîst e ku piştevanî û pesendkirin ji xwediyên van pênûsan re were kirin, ta ku pirtir rê li pêş tevger, xebat û çalakiyên wan hêsan bibe.
Li herêma Efrînê hin nivîskar û helbestvanên jin xebateke zor hêja di warê rojnamegerî û zimanê Kurdî de dikin, û berhemên wan di pirtirî rojname, kovar û malperekê de tên weşandin. Ne tenê weha, lêbelê nivîsandina bi zimanê Kurdî ji bo wan bûye karekî rojane, û beşdariya wan di çalakiyên wêje, zimên û rojnamegeriyê de jî, berçav in.
Li herêma Efrînê gelek nivîskarên jin derbazî asteke bilind a nivîsandina bi zimanê Kurdî bûne. Belê, Ze`fet Henan û Merwa Birîm ji wan nivîskaran e. Ev herdu mamosteyên birêz hem nivîskar û hem jî helbestvan in. Mamosteya rêzdar Ze`fet Henan serkirdeya rojnama Rewşen a ku ji aliyê Komela Rewşen Bedirxan ve, li bajarê Efrînê derdikeve ye. Ev rojname ya dengê jina kurd e. Ew rojnameke dubeşane bi zimanê Erebî û yê kurdî ye.
Mamoste Merwa Birîm endama komîta Siya Wêje ya ku ji mehê carekê li bajarê Efrînê çalakiyên wêjeyî li dar dixîne ye. Herweha helbest û mijarên wê yên bi zimanê Kurdî û Erebî di pir kovar û rojnameyan, nemaze di rojnama Rewşen de, bi şêwakî berdewam tên weşandin. 
Ji ber keda van herdu mamosteyên hêja di warê zimên û rojnamegeriya kurdî de, li Roja Rojnamegeriya Kurdî wan xelata Kemal Henan a pesendkirina zimanê kurdî, ji aliyê komîta vê xelatê ve wergirtin.
Em xelatkirina hedu mamosteyên rêzdar pîroz dikin. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…