Bi helkefta derbasbûna 69 salan li ser bidarvekirina serokê yekemîn komara Kurdî di dîroka nû de (Pêşewa Qazî Mihemmed) .

Ehmedê Kurimî
 

 Pêşewa Qazî Mihemmed Kurê Qazî Elî Kurê Qasimê Mîrza û Gewhertac Xanim
qîza Axa Şêr Begê kurê serokê êla Feyzulah Begiyan e ,di 11ê gulana sala 1900 î
li bajarê Mehbad ji dayik bûye , bavê wî Qazî Elî, zanyar û rewşenbîrekî navdar
bû li herêma Mukrîyan û her weha zanista wî di warê stêrknasiyê de jî hebû,
Malbata Pêşewa Qazî Mihemed di civata kurd de bi dadwerî, aştîxwazî û rewşenbîrî
têne nasîn.
 Pêşewa Qazî Mihemed piştî ku gihêşte temenê perwerdeyê li nik bavê xwe
dest bi xwendinê kir û pişt re jî li nik zanyarên navdar ên wê deverê perwerdeya
xwe berdewam dike.
 Pêşewa Qazî Mihemed merivekî hezkerê çand xwendina zanistî bû , bi şeş
zimanan dizanîbû gelekî hez ji xwendina pirtûkan dikir .
Di despêka Şerê Cîhanî Yekem de , Qazî Mihemed çardeh salî bû ,
 û careke dîtir Kurdistan dibe cihê şerê navneteweyî , bi taybet herêma
Mukriyan a Rojhelata Kurdistanê.
 Li gor gotina Seîd Humayun,” di navbera salên 1921ê ta 1941ê li Mehabad çi
bûyerên ku rûdidan tenê Qazî Mihemed û birayê wî Sedrî Qazî radighandin.
 Hemû karên perwerdeyî, civakî, rêvebirî û pirsgirêkên bajêr bi agahdarî û
rêberiya wan, çareser dibûn”.
 di meha Tebaxa 1941î de Îran ji hêla dewleta Brîtanya û Yekîtiya Sovyêtê
ve hate dagirkirin. Brîtanya ji başûr ve û Sovyêt ji bakur ve Iran dagir kirin.

 Di sala 1942an de Amerîka jî daxilî vê pêvajoyê bû.
 Di 16yê Gelawêja 1941ê de bi hevkariya çend rewşenbîrên kurdperwer bingeha
Komela Jîyanewey Kurdistan(JK/Je-Kaf) li Mehabadê hate damezirandin û dest bi
weşandina kovara Niştiman kirin.
 Di destpêka damezirandina JKê de Qazî Mihemed cî têde negirtibû. Di nav
rêzên JKê de tunebûna Qazî Mihemed, hem ji bo komelê û hem ji bo damezrên komelê
kêmasî û valayiyeke girîng bû.
 Di vê navberê de têkiliyên Qazî Mihemed û rêberên JKê berdewam bûn.
 Piştî salekê Qazî Mihemed tevlî komela JKê dibe. Bi tevlêbûna rewşenbîr û
kurdperwerekî wek Qazî Mihemed Komela Jiyanewey Kurdistan, xebat û têkoşîna
rizgarî û azadiya neteweyî bihêztir û berfirehtir kir.
 Piştre navê JKê guhartin û Partîya Demokrat a Kurdistanê û di meha Çiriya
Pêşîn a sala 1945ê de hate ragihandin.
 Piştî damezirandina Partiyê û belavkirina bernameya wê, nexşeya sîyasî ya
kurd dîyar bibû; amedekariyên ragîhandina komarê dest pê kiribûn.
 Di 22. 01. 1946ê de li qada Çarçira di şahiya ragehandina komara
demokratîka Kurdistanê de li bajarê Mihabadê Pêşewa Qazî Mihemed li hemberî
zêdetir ji 20 hezar Kurd û hinek alîgirên Kurdan bi mêranî sekinî û wiha axivî:
 “Armanca min ew e ku ez yekbûna vî milletî bibînim ku îro çar parçe
bûye. Serokkomarbûn tu demekê nehatibû bîra min. Lêbelê miletê kurd min layiqî
vê wezîfeyê dîtin. Ez jî dixebitim da ku layiqî vî miletî bibim”.
 
Damezirandina Komara Kurdistan a Mehabadê, berhemê bîr û îradeya
neterweyî ya gelê kurd bû û di dîroka hevdem a neteweyê kurd de dewleta yekemîn
bû, mixabin temenkurt bû û nêzîkê 11 meh desthilatdarîya xwe ya li ser xaka
Kurdistanê kir.
 Her çiqasî Komara Kurdistanê di dîroka me de temen kurt be jî, , nîşana
dîyarkirina îradeya miletê kurd ji bo dewletke serbixwe ye.
 
 Weke ku tê nasîn bi piştgiriya , Yekîtiya Sovyetê Komara Kurdistan ûher
wiha Azerbîcan hatin damezrandin , lê bi lihevkirina di navbera Yekîtiya Sovyetê
û hikumeta îranê ya nû bi dana Patrola Qezwîn beramberî paykutkirina piştgiriya
Sovyet ji Komara Hurdistanê re.
 Dema ku Qazî mihemed ev pêlan bihîst digel endamên Hikûmetê û serokên
eşîran kom bû, û rewşa nûh şirove kirin û di dawiya gengeşiyên dûr û dirêj de
biryara nepevçûnê hate girtin.
 
 Li pey vê biryarê, di şeva 17.12.1946ê de Serokerkanê Leşkerî yê Komara
Kurdistan (Mehabad) General Mistefa Barzanî bi tevî hinek takekes û rêberên
Barzaniyan hatin Mehabadê ji bo hevdîtina Qazî Mihemed. Qazî Mihemed biryara
kabîneyê ji Mistefa Barzanî re got. Piştî hevdîtin û guftugoyan, General Barzanî
pêşniyaz kir ku Pêşewa Qazî Mihemed digel wî ji Îranê derkeve û weha got:
 “Ez niha jî cenabê we serokê Komara Kurdistanê dizanim û hez dikim we
deynim ser serê xwe û li her derê di xizmeta we de bim. Mayîna we li Mahabadê
hîç sûd ji we re û ji gelê kurd re nayîne. Hûn ji vî gelî re gelek lazim in û
mirov bi vê dewleta ha (ji Îranê) hîç ewle nabe.”

 Qazî Mihemed ji bo dilovanî û qedirzaniya General Barzanî spas kir û got:
 “Cenabê Mele Mistefa! Ez dizanim dewleta Îranê dê tevayiya rik û kîna
xwe ji min veke û dê min bi mirinê tawanbar bike û bikuje. Hingê dê bêhna serok
û rayedarên dewletê fireh bibe, êdin dibe ku gelê me ji xişm û xezeba wan
selamet bimînin. Loma min bi gel re peyman bestiye ku di her mercî de wan bi
tenê nehêlim” .

 Li pey vê hevdîtin û gotinên dîrokî, Qazî Mihemed alaya Kurdistanê ku li
ser maseya wî bû, pêça, û ramûsa û radestê Barzanî kir û got:
 “Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! omîdwar im hûn nehêlin ev alaya
hanê bikeve ser axê” .

 Li pey ev hevdîtina dawîn a Barzanî û Qazî Mihemed, roja dî Barzaniyan ji
aliyê Nexede û Şinoyê de ber bi tixûbê Iraqê ve hereket kirin. Êdî rêkevtina
dîrokî ya Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê dest pê kir. Ew rêwîtî, li ser sînorên
sê dewletan û bi şer û pevçûnên dijwar dom kir, Ta ku Mistefa Barzanî digel 500
hevalên xwe gehişte sînora Yekîtiya Sovyetê.
 Ji çûyina Barzaniyan şûn de, di 21ê meha diwanzdeha) de hêzên dewletê bê
astengî ketin bajarê Mehabadê. Di wê şevê de Qazî Mihemed, Sedr Qazî , Seyfî
Qazî û hejmarekî zêde ji rêvebir û karbidestên hukûmeta Komara Kurdistanê
girtin.
 Nîve şeva 31ê Marsa sala 1947an bû. Dilgemar û mêrkujan serokkomarê
Kurdistanê bi hinceta wê hindê ku yê wan bişînin Tehranê, anîn qada Çiwarçira û
piştî ku çavên serokkomar bi sêdarê îdamê ketin, berê xwe da serleşker Parsî
Tebar û bi rûyekî xweş wiha jêre got:” Hûn ji termên me jî di tirs û wehşetê de
ne, ger dixwazim me îdam biken, Çima derewan dikin û dibêjin emê we biben
Tehranê. Weke eşkereye derewgotin û durûyî qanûna we ye…”.
 Dadgehîkirina Qaziyan, yek ji bûyerên sîyasî yên herî mezin ê dîroka
Kurdistanê ye. Qazî Mihemed di hemû rûniştinê mehkemekirinê de li hemberî
dagirkerên Îranê zeafiyetek nîşan nedaye û serê xwe netewandiye, bê tirs û bi
serbilindî parastina miletê kurd kiriye.
 Nîve şeva 31ê Adarê sala 1947ê bi hinceta wê wan bişînin Tehranê, anîn
qada Çarçira û piştî ku çavên serokkomar bi sêdarê ketin, berê xwe da serleşkerê
Parsî Tebar û bi rûyekî xweş wiha jêre got:
 ” Hûn ji termên me jî di tirs û wehşetê de ne, ger dixwazin me îdam bikin,
Çima derewan dikin û dibêjin emê we bibin Tehranê. Weke eşkereye derewgotin û
durûyî qanûna we ye…”.
 
 Kiyomers Salih ê nûçegihanê kovara Artêşa Şahê Îranê di derbarê helwest û
mahkemekirina Qazî Mihemed û rêberên kurd de weha dibêje:
 “Qet min bawer nedikir ku berpirs û rêberên kurdan hindî bi cerg û
xîret û mêrçak in. Heya niha jî dengê Qazî Mihemed tête gohê min, dema digot:
“Xwedê sizayê mezluman ji zaliman bistîne.” Lê nirrîna Seyfî Qazî ku ew meydana
dewr û ber pirr kiribû, mist û pên li efser û serbazan didan, hemû li ber çavê
min in û di guhê min de ne.”

 Amedekirin:
 Ehmedê Kurimî – Hewlêr 31/3/2016
 
  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…