GELO RAST E TEROR BÊ OL E?


Mihemed Hesko (Birasoz)

Nivîskar û siyasetmedarê Ingilîzî, Bincamîn Dizraîlî dibêje:“Li ku nasîn bidawî dibe, li wir ol dest pê dike“.Vaye dîsa terorîstên îsalmî neviyên çanda biyabanê xwe bi hovîtiyê xemilandin, pêr li Parîsê, duh li Birûksilê, wê sibe komkujî li ku be gelo?Ev kom û grupên olî yên radîkal bûne belaya vê hevçerxê, him li ser gel û welatên xwe, wek Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li Rohilata Navîn, û grupa Boko Heram li bakurê Efrîka û hwd, û him li ser cîhanê, dixwazin dem û çerxê berevajî bizîvrînin û jiyana pêşiyên xwe vejînin, ew jî Şûngiriya Îslamî ye! 
Dîroka diyarde ya xwekujtinê kevnare, di dîroka nêzîk û ya kevin de xwekuştina bi kom jî heye,û ta niha salan e li hemû welatên cihanê bi sedan kes dawiyê bi jiyana xwe tînin, lê belê kesî xwe di nava xelkên sivîl de ne teqandiye, daku bi kuştina xwe hejmarek ne diyar ji xelkên sivîl bê guneh bi xwe re bikuje. 
    Ji dema pareyên petrodolar ve ku li Kendava Erebî û bi taybet li Erbistan Si,ûdî peydabûn, piroseya belavkirina baweriyên reşên Wehabî û îslama radîkal dest pêkiriye, ew felsefeya ku can bê nirx dike, û mirinê diser jiyanê re digre û kuştinê helal dike,nêrîna xwe ya mîtafîzîkî bi rastiya vê duniyayê berdêl dike,hilgirên vê felsefeyê wê nikaribin digel guhertin û pêşketinên di cihanê de qewimîne xwe biguncînin, û wê her di sêkoşe ya neşengiyê de ya ku bi reşnêrînî sêrî xweyatiya xwe, civakê û pêşerojê dikin wê bijîn.
     Erê name diyare,ji wan were ku bi xwekuştinê ango teqandinê wê tenahî û aramiyê di civakê de bikujin,namegihandineke bi xiraptirîn û hovtirîn awayî ye, ew jî çavtirsandin û tirsandina xelkê ye, û encamder di wê baweriyê dene ku bi van karên qirêj û hovane, wê felsefeya olî ya xwe bi ser xelkê de bi darê zorê bi sepînin,ev yek li gor rêbaza xwekujane ya ku mele û şêxên nezaniya pîroz ew xwekuj li ser perwerdekirine û mijiyê wan bi Hedîs û Ayetên Cîhadê şuştin e ku,bi kuştina xwe û hejmarek kesên bê gunhe wê biçe bihişta rengîn ya bi firîşteyan dagirtî, û bobelata mezin ew e ku,hemû bawermendên ola îslamî bi têkestên xwekuştinê (cîhadê)bawerdikin, û eger na hemû gawirin, ma gelo ev ne serxweşkirin û bê hişkirina mirovan e wek Karl Markis gotiye:“Ol efyona gelan e, eger were bikaranîn“.
    Tirajîdî ango bobelat ew e ku, tevahiya dunayê dît û bihîst ku DAIŞ`ê çi bi serê jin û mêr û zarokên Kurdên meyên Êzîdî û Xirîstiyanên devera Mûsilê li Başûrê Kurdistanê kir, û çawa jinên me li bazarên koletî yê hatin firotin,û bi ber destdirêjiya çeteyan ketin, û mêr çawa kuştin û zarok birin û bi darê zorê kirin Misilman, û warên pîrozên Êzîdiyan wêrankirin, û çawa serê mirovan li pêş kamîreyan dibirîn,û ev tawan hemû di bin navê “Allahu Ekber“de û li gor Ayet û Hedîsên ola Îslamî encamdidan, û hîn rêjeyeka baş ji Kurdên me yên Musilman hene dibêjin:“kar û reftarên çeteyên DAIŞ`ê ne ji Îsamê ne, û evane nûneratiya Îslamê nakin“. Tevî ku ti sazî yan dezgehên Îslamî li asta herêmî an cîhanî, ev kar û tawanên DAIŞ`ê şermezarnekirin e. 
    Birano…win çima bi çavên girtî sêrî vê pirsê dikin, ew bi xwe dibêjin û radighînin ku ew rêbaza Îslamê bicihdikin û bi rêve dibin û Îslamiya rast û dirust ev e, lê diyare ew rêjeya Kurdên meyên Musilman bi sendroma Stokholmê ketine, kesên bi vê sendronê dikevin bi çavekî erênî sêrî dagîrkeran ango dîlkirên xwe dikin, û spasdariya dîlkerên xwe dikin ku ew nekuştine.Bi vê helwesta xwe ew rêje ji Kurdên me û alavên ragihandinên erebî reklama ku dibêje:“Teror bê ol e“, hevdengin û wê reklamê belav dikin.
    Ev silogana li ser pêdivî bi bersiveke zelal û wêrek ji şêx û meleyên me he ye, ji ber ku ew olê me ji me baştir dizanin?
În- 25-3-2016

Nîşe:

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…