HESTÊN JAR

Xizan Şîlan

na na
min hê nedîtî ye
karxezala xwe ya revok 
rindika fîstanqeytanî
esmera çavbelek
kezîzera çavşîn

gulsosina bêhnxweş
dilbera fodil
delala gerdenzêr
yara nazik û lihevhatî
ya ku ez derbider kirim
dil û gurçik û kezeb
li min şewitandî
bedena jar xurdexaşkirî
li bêçaretiya felekê
serî li min tewandî
û stûxwarkirî
ya zelaliya ava kaniyê
li min herimandî
şewqa çira hêviyên geş
vemirandî
ya di gewriyê min de
gotin kirî gulok
na
min hê nedîtî ye
ya ez çengî nav ba û bagera
malwêran kirî
bîranînên keskeşîn
li sir û seqema heyaman
cemidandî
ya serê min kirî
belaya demên rezîl û riswa
ya li nav qelebalixa bajarê xerîb
ez bi tena serê xwe hîştim
li qêrîna salên têkçûyî
henas li min fetisandî
ya bi tîra bijangên xwe yên tûj
ez kuştim
na
min hê nedîtî ye
ya ku ez li pey bedewiya wê
bûme derwêşê gerok
bûme şeyda û mecnûnê
çol û beyaran
ya li nav kelem û striyan
ez şerpeze kirim
li rêwitiya rêyên bêveger
çok li min qerimandî
û ling li min şemitandî
ya tizbiya sebirê bi min dayî
kişandin
di agirê hezkirina xwe de
helandî
ya pişta min dayî tenîşta
dîwarê hesretê
kirasê perîşaniyê
li bejna temenê min kirî
ya ku ez qet ji bêrîkirina wê
têr nebûm
na
min hê nedîtî ye
ya li ber pencera bendemanê
qalpaxa çavên min
qerimandî
pelên dara hewşa dil
weşandî
şev û rojên şad
ji min xeyidandî
ken û girî qedexekirî
ya di bin baranên payîzê de
ez şilopilo kirim
movikên stûyê qedera min
şikandî
na
min hê nedîtî ye
ya ku di parsûyên sînga min de
bîra kul û kederê
nalîn û keserê
û êşa birîna xedar vedayî
bi eşqa xwe ya nepenî
ez dîn û har kirim
ya çîçekên gulîstana rengîn
çilmisandî
ya li ber deriyê meyxaneyan
sermest û sergêj kirim
arzûyên dilê saf
bi xencera koh çînî çînî hûrkirî
ya konê kelecana tirsê
di hinavên min de
vegirtî
nexweşiya tayê sewdayê
li giyanê min
peydakirî
ya ku ez xistim
zîndana tenêtiya bêdeng
ya rondikên xwînê ji çavên min
herikandî
na
min hê nedîtî ye
awirên wê yên melûl
rûkeniya şên û şeng
guliyên bi morî û mircanan
neqişandî
bejna wek dara çinarê
lezeta lêvên cirifandî
her tim
di xeyal û xewnên min de ye
ez ê
hetanî mirina bêwext  
li şopa siya îlhama maçên wê
bigerim
axxx ax
çi jiyaneke bi jan û vikûvala ye
çi dinyayeke xemkêş û bêwefa ye
Xizan Şîlan
2015-11-27
Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…