Gelo Armanca Pkk, PYD ji yên Kurdan cuda ye?

Tengezar Marînî

Hêviyeke min, ew e, ku Pkk, PYD û layengirên wê, carekê tenê heye.. weke kurd, tenê weke kurd, bêy ku nûnertiya berjewendiyên partîtî û dûvelankî agendên dewletan bikin, ji xwe bipirsin: Çi sûde jê heye, ku hemî kurdan pîs dikin, şerê hemî hêzan dikin, êrîşî xwepêşandana dikin, û mirov ên çalak zindan dikin, an jî sergun dikin, an jî dikujin?
Gelo ew nebawer in, ku kurd dema yek bin, kesek bi wan nikare û dê bigihin armancê xwe? Gelo Armanca wan ji yên Kurdan cuda ye?

Rêz û hurmet ên min bo şêweyê gihana armancan, lê bêtund û tûjî di gel kurdan.
Di vê dema nazik û hestiyar de, mafê çu hêzekê nîne, ku kurdan li ber çav ên hev reş bike û berê sefîna Serxwebûna Kurdistanê, berev geravên zor de bibe.
Eger hat û vê demê, her kesek bibe rêgir li ber yekîtiya gelê kurd û hêzên wê yê siyasî bo bidestxistina serxwebûna Kurdistanê, dê nifşên bihên bi sedan le,inet li yên berpirsiyar di vê demê de bînin.
https://www.facebook.com/tengezar.marini/posts/10153784497987372

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…