BEHÎNAME

DAXUYANÎYA HELEBÇE

  Şerafettîn Elçî

Piştî tevkujîya girseyî ya Hîroşîma û Nagasakî, tevkujiya girseyî ya mezintirîna Kurdan  Tevkujîya Helebçe ye û şopên wê yên kûr hê jî di nêv gelê Kurd de tesîra xwe didomînin.

Ev tevkujîyên bi vî awayî ti caran ti xêr ji bo yên ev pêkanîyîn  neanîne û ti encamek qenc neafirandîne. Lêbelê; di dijê vê de van felaketên mezin ên bi vî awayî di dawîyê de rizgarîya civatên bi van felaketan re rû bi rû bûyîn  anîye. Ev yeka he îro bi avabûna Herêma Kurdistana Federe jî hatiye îsbat kirin.
Dîsa hatîye îsbat kirin ko, ev tevkujiyên mezin ên bi vî awayî, ji herkesî bêhtir yên van tevkujîyan dikin bi encamên tirsenak re rû bi rû dihêle ko ev yek di têkçûn û dawîya dramatîk ya Sedam de carek dî hat dîtin. Em hêvî dikin ko, ev tevkujîyên bi vî awayî ji bo insanîyetê bibin dersek ya ibretê. Hemû cesareta canîyên holê bişkîne ko careke dî ranehêjin tevgerên bi vî awayî.
Bi vê munasebetê em li hember bîranîna yên di Tevkujîya Helebçe de jîyana xwe wenda kirîn bi rêzdarî xwe ditewînin.
Bila serê Gelê Kurd sax be!   

Şerafettîn Elçî

Serokê Gişkî yê
Partîya Demokrasîya  Beşdar    

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…