Ebdulla Şino bavê Alanê ku termê wî li peraveke bajarê Bodromê yê Tirkî hatibû dîtin ji malera mere got ku “wê koçberî berdewambe û bi hezaran Alan wê noq bibin eger şer li Sûrî raneweste”.
Bavê Alan berdewam kir “gava şer û birçîbûn bimîne wê xelkên Sûrî hîn perîşan bibin û wê koçberî berdewam be, bila kes nebêje koçberî ji valahiyê tê, axa welat şêrîn e, lê rewşa xerab dihêle milet koçber bibe”.
derbarê rewşa taybet ya bavê Alan ewî got “Ez niha li Kobanê dimînim, û di demeke nêzîk de ez diçim Birîtaniya li ser daxweza rêxisnên sivîl da ku di civatekê de li ser rewşa penaberan amade bibim .

Bavê Alan da xuyakirin ku ewê di civînê de daxwaza alîkariyê ji bo hemû peneberên Sûrî bike.
Li ser rewşa xelkên Kobanê bavê Alan got ” xelkên Kobanê rewşeke pir dijwar derbas dikin û pir hewcedarî alîkariyê ne”.
Her wiha bavê Alan di riya malpera mere spasiya her kesê ku pêre bûn alîkar kir.
Jêder : Hevbendî