Bavê Alan: Koçberî wê Berdewam Be Û Bi Hezaran Mîna Alan Wê Noq Bibin Gava Ku Şer Li Sûrî Ranewsete

Ebdulla Şino bavê  Alanê ku termê wî li peraveke bajarê Bodromê yê Tirkî hatibû dîtin  ji malera mere got ku “wê koçberî berdewambe û bi hezaran Alan wê noq bibin eger şer li Sûrî raneweste”.
Bavê Alan berdewam kir “gava şer û birçîbûn bimîne wê xelkên Sûrî hîn perîşan bibin û wê koçberî berdewam be, bila kes nebêje koçberî ji valahiyê tê, axa welat şêrîn e, lê rewşa xerab dihêle milet koçber bibe”.
derbarê rewşa taybet ya bavê Alan ewî got “Ez niha li Kobanê dimînim, û di demeke nêzîk de ez diçim Birîtaniya li ser daxweza rêxisnên sivîl da ku di civatekê de li ser rewşa penaberan amade bibim .

Bavê Alan da xuyakirin ku ewê di civînê de daxwaza alîkariyê ji bo hemû peneberên Sûrî bike.
Li ser rewşa xelkên Kobanê bavê Alan got ” xelkên Kobanê rewşeke pir dijwar derbas dikin û pir hewcedarî alîkariyê ne”.
Her wiha bavê Alan di riya malpera mere spasiya her kesê ku pêre bûn alîkar kir.
Jêder : Hevbendî


 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…