Komkujiya Pirsûsê.. Kî Berpirsiyar e?

Merwan Berekat*

Komkujî û kiryara terorîst a ku di 20. 07. 2015an de li navenda çand û hunerê li bajarê Pirsûsê ji aliyê xwekujekî de hatibû kirin, û di wê de 32 ciwan şehîd bûbûn û bi dehan jî birîndar bû bûn, kî ji ber ve berpirsiyar e?
Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel, bi hevkariya Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û Hevbendiya Navdewletî bi hêza xwe ya ezmanî bajarê Kobanê û gundewarên wê ji çeteyên Da`iş rizgar kirin, serê pir aliyên ku naxwezin gelê Kurd xwe û herêmên xwe ji teror û wêrankirinê biparêzin, bi rêbazên curbecur, bi dizî û eşkere nerazîbûna xwe nîşan dan, li ser serê wan jî dewleta Tirkiyê tê. Lê piştî ku Girê Sipî(Til Ebyed) jî hate rizgarkirin, asta wê nerazîbûn û çavsoriyê li ser ekranên TVyan bilind bû, ta komkujiya roja 25ê meha Pûşberê li bajarê Kobanê û gundên wê bi destên çeteyê Da`iş çêbû.

Lê dîsa jî, çavsoriya wan xêrnexwez û destqulên bi Da`iş re ko ne bû, her yekî ji wan bi şêwakî deng bi xwe xist, ta ku li Sirûcê jî, xelekek li zincîra teror û kîndariyê zêde kirin.
Di roja ev komkujiya xwînî û hovane de, rayedarên Tirkiyê ew kiryar bi terorê nav kirin, û yekser ew xistin stiwê Da`işê, lê di heman demê de jî, nîşan didan ku herêmeke parastî ji aliyê Tirkiyê ve, û li seranserî sînorê bakurê Sûriyê, nemaze li sînorê herêmên Kurdî pêwîst e,??! Lê tiştê ku zêdetir seyr e, hinan ji wan rayedaran hewil didan ku berpirsiyariya vê komkujiyê têxin stiwê Yekîneyên Parastina Gel, ji ber ku ew nikarin sînor biparêzin!?   
Piştî serkeftinên hêzên Kurdî li eniyên şerê bi çeteyên Da`şê re, berî hemû aliyên ku li ser erdê şer dikin, û yên ku destêwerdana wan di kirîza Sûriyê de hene, rayedarên Tirkiyê ragihandin û gotin: Em nahêlin Kurdistanek li bakurî Sûriyê ava bibe. Tevî ku aliyek ji tevgera rêzanî ya Kurdî li Sûriyê nîne, ku doza Kurdistaneke serbixwe li bakurê Sûriyê dike??!
Ji destpêka kirîza Sûriyê de, hefteyek bê kuştina sivîlan bi guleyên leşgerên Tirkiyê li ser sînor derbas nabe, û bê ku lêpirsîn ji bo sedemên wê bibe, eger bibe jî, bersiv; parastina sînor e??  Lê çima di dirêjiya vê kirîzê de, terorîstekî Da`işê bi guleyên wan leşgeran nehatiye kuştin..?
Ji aliyekî din ve, berî komkujiya bajarê Sirûcê, serkirdeykî leşgerî yî Emrîkî dibêje, şerê bi Da`iş re wê çend nifşên din jî bajo. Ev tê wateya ku Hevbendiya Navdewletî ya bi serkêşiya Emerîka ji bo şerê Rêxistina Dewleta Îslamî ya tundrew û terorîst bi salan dê li ber xwe bide. Eger birastî wisa be, ev rêxistina ku dijîtiya şaristanî û mirovatiyê dike, û roj bi roj ne tenê di herêma Rojhilata Navîn de, lê belê sînorên herêmê jî derbas kirine û gol vedaye, ewê pir sînorên din jî derbas bike, dê hovîtiya xwe berdewam bike û komkujiyên ji ya bajarê Pirsûsê mezintir jî bike. Ji ber wê jî, eger civaka navdewletî bi tundî û di demeke nêzîk de, vê rêxistina terorîst, ne mirovatî û hovane ji kokê de raneke, metirsiya wê li ser hemû gelên cîhanê heye. Û beşekî mezin ji berpirsiyariya van kiryarên xwînî yên ku ji aliyê Da`iş û rêxistinên wek wê ve tên kirin, dikeve stiwê civaka navdewletî.
Ji bo ku em dadwer bin, û her tiştekî nexin stiwê filan alî û bêvan alî, divê em a xwe Kurdan jî nîşan bidin. Bêguman nelihevkirin û neyekrêziya me, deriyên lawazbûnê zêde dikin. Ew dihêle ku pirtir derfet bi destê xêrnexwez û dijminên gel û doza kurdî kevin. Ji aliyekî din ve, divê em di wê baweriyê de bin, ku her em nêzîkî armancên gelê xwe bibin, ewqas neyar û xêrnexwezên Kurdan dê çavsor bibin û wê bi hemû rêbazan pîlanan bigerînin. Di vî warî de dîroka me pirmînak e, ji ber wê jî zor pêwîst e ku em sûdê jê bigrin, û pirtir hajî xwe û doza xwe hebin.
* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 112 / – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.
  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şêrkoh Mihemed

Li wirî tu hey xarîbê nêzîk

Li wir, dirêjbuna destê Jiyana min

Sal û Dar û … Bûharî

Bîra bayê hêzdar ji Bakurê laşê min

Başkên ji min û te, Çih lime çaxê rojava

Tenkdikî ..

ger tû li wir be …. Ez hema

<p...

Ebdûlazîz Qasim

Di zimanê kurdî de, pênc çawig (rader) hene, ew jî (an, în, din, tin, ûn), lê di axaftina kurdî (zarê kurmancî) de şeş çawig têne dîtin, ku çawigê (rin) li wan zêde dibê, lê di (zarê Soranî) de, çawigê R li ser çawigê D tê hijmartin, mînak:

Kurmancî: Birin,…

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…