Rewş û gavên serokê suxtekar

 
Ibrahim Elyousef
Wergêr: Mihemed Zekî mihemedî

-1-
Yê hişsivik
Ku ji nişkava
Kursiyek di “serokatiya komarê” de
Vala dît
Hine din jê re pêşkêş kirin
Xaxezên wî
Yên ne rewa û belege kirî

Jê re gotin:
Li vir rûne
Ciyê ku bavê te lê rûdinişt….!
Paşê jê re li çepikan xistin
Bi navê wî bangkirin
Mîna cemawerê impratoriya çîroka Ibsin…
Da ku wêneyên wî li her derî cî bigirin
Ew hîn dirame
Pêwîste
Ew li gotina van sewrerên xwe
Guhdar bike
Û kursî bernde.!
-2-
Rabe
Ey zorbazê biçûk
Ger balafir,
Tang,
Top,
Û çekê te yê kîmiyawî
Hemî sûriyan
Hemî sûriyan ….
Qorkir be
Lê ji min re bêje:
Tu dibê
Gelo tu dikarî hîn jî bimînî
Serok….!.
-3-
Ger tu sibehê hişiyar bî
Sûriyan ji te re got:
Em nema piştî îro di riwê te de radibin
Gelo tu bawer dikî
Ku tu dikarî
Piştî vê xwîn û
wêrankirinê
tu bimînî
serok..!
Xeyal û sawa yên ku te ew kuştine
Di oda razanê,
Di nivîsgeha te de, te dorpêç nake!
Wê li te derkevin
Di yek rêzê de
Ji kempiyûtir
Yan tilfiziyon
Yan ji malkên nivîsgeha te
Bang dike:
Gel dixawaze serok biroxe…1

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…