Rewşen xanim Bedirxan, Piştî 23 Salan

 Konê Reş

Bi helkeftina ku iro 01.06.2015, (23), sal di ser koçkirina Mîrzade Rewşen Bedirxan re derbas dibe, bi min xweş e em kêlîkekê li pêvajoya jina kurd vegerin û wek nimûne navê çend jinan bînin ziman û 23 saliya mîrzade Rewşen Bedirxan bibîr bînin.. 
Di nîvê çerxê 20an yê pêşîn de (Hefse Xanim Neqîb), nav û dengekî bilind di Kurdisanê de dabû û hatibû naskirin wek pêşewaya Silêmaniyê; hem bi çalakiyên xwe di ber jina kurd de û hem bi bervedêriya xwe di ber mafê gelê kurd de. Mala vê şêrejina kurd li Silêmaniyê wek dibistanekê bû ji jinên kurdan re û çendî car vê jina kurd hawar û gaziya kurdan gîhandiye Ewrûpa û ew bû ya ku komara demokrat li Mehabad pîroz kiriye..

   Di serhildana Sasonê (1925-1936)an de jî, rola jina kurd hebû. Di wê berxwedanê de navê van herdu jinên kurd bi mêranî hatiye holê (Reqiya Xanim û Zariya Xanim).. Di salên 1927-1930 î de jî navê Yaşar xanim, kebaniya qehremanê kurd Îhsan Nûrî Paşa di nav gel de bi mêranî hatiye belav kirin û bi saya wê gelek jinên hoza Celaliyan beşdarî şerê Romê bûne… Di sala 1946 an de, Mîna Xanim Qazî, kebaniya Pêşewa Qazî Mihemed roleke berz di şiyarbûna jinên Mehabadê de lîstiye, hem jî qencî jêreye ku wê bingehê yekîtiya afretên komara Mehabadê danî ye.

   Li gor xwendin, xepartin û serwextiya min ji civata kurdî re û ji gelek rexan ve, mêze dikim ku jina kurd ligel mêrê kurd rolek berçav lîstiye. Belê ji ber gelek sedeman ve, navê wê di tariyê de maye, hêj ew ronahiya pêdivî nehatiye berdan ser kar û xebatên wê..
   Lê sebaretî Rewşen xanim Bedirxan, wek rewşenbîrek Kurd a jin; mêze dikim ku vê şêrejina kurd di sirgûniyê de li Şamê, ji sala 1935 an û virde, rolek berz di şiyarbûn û tevdana hestê netewî kurdî de lîstiye, nemaze di warê rewşenbîrî de. Ew yekemîn jina kurd e ku bi elfabeya Kurdî latînî nivîsandiye û di vî warî de alîkarî bi kurmamê xwe mîr Celadet Bedirxan re kiriye.. Nexasim di derhênan û weşandina herdu kovarên wê de; Hawar û Ronahî.. Hem jî bi navtêdan û dehifdana wê û Mîr Celadet nivîskarên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can hatine holê.. Piştî koçkirina mîr Celadet di roja 15.07.1951ê de, Rewşen Xanim di sala 1955 an de komelak bi navê (Komela Vejandina Çanda Kurdî), li Şamî, digel Dr. Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Hemîdê Derwêş damezirandiye.. û ji wê hingê ve, bi rengekî aktîv bi karê rewşenbîrî rabûye. Digel ew yekemîn jina Kurd e li ser asta Kurdistanê û sirgûnê ku wê rêveberiya dibistanek fermî li Şamê bi navê (Leyla Elexyeliye) kiriye..

   Hêjaye gotinê ku, mala wê li Şamê wek balyozxaneyekê bû ji siyasetmedar û rewşenbîrên her çar perçeyên Kurdistan re.. Ji her çar perçeyên Kurdistanê rewşenbîran xwe li mala wê digirtin.. Û Ji kaniya Bedirxaniyan û bi taybetî kaniya mîr Celadet Bedirxan ava cerê xwe dadigirtin…
Yezdanê dilovan wê û tev neferên malbata wê bi dilovaniya xwe şad bike.
Konê Reş, Qamişlo, 01.06.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…