5ê Nîsanê Salvegera koçkirina xebatkar û rewşenbîrê Kurd Hemze Begê Muksî ye

Newafê Bişar

   Di bîranîna koçkirina xebatkar û rewşenbîrê Kurd
ê navdar Hemze Begê Muksî de,vê sibê, em birek ji rîsipî û hezkerên zimanê Kurdî
bi gurzek gul çûne Dugirê û li ser gora wî civiyan. Me ew bibîr anî. Mamoste
Konê Reş gotineke devkî li ser rol û xebatên buhuştî pêşkêş kir, û min jî ev
kurte gotina jêr ji beşdaran re xwend:
Hemze Beg, ey “Rehberê
fîdakar”!
Vaye îro, em birek ji Kurdhez û şagirdên we bi gurzên gulan li ber
serê te civiya ne, bi xemgînî em wê helbesta ku hozanê Kurd ê navdar”Hejar
Mukiryanî” li ser kêla gora te nivîsandiye dixwînin, ew a ku tê de, soz û peyman
dabû, eger ew roja azadiya welêt bibîne, ewê bi xwe mizgîniyê ji te re bîne!…

   Lê, mixabin ku, wekî çawa ew kul û hesreta giran bi gelek xebatkarên Kurd ên
dilsoz re çûye gorê, wisa ew bi we re jî çûye.!!
   Li her çar parçeyên welêt
îro keç û lawên te rabûne ser piyan,  daxwaza mafên xwe dikin û di qadên şer de,
ew mêrxasiyeke bê mînak nîşan didin. Raste em nikarin mizgîniya azadiyê ji te re
bêjin, lê em dikarin dîtina çirûskên wê ji te re dupat bikin, û em bawer in ku
tê wê mizgîniya şêrîn jî bibihîzî.
Silav ji giyanê te yê pîroz û yê hemû
sembol û mezinên gelê me re.
Û spas ji beşdariya we re.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…