kurd û zimanê kurdî

kasî yûsiv
 
Ez li bazareke bajarê Basil bûm
 mêrekî navserî xwe xwîna mi di tevizî li ser xwîna wîJi dûrve li min dinerî ;û li nav ça ê min dîq .dikir . Çaxé ez gihame biwara wî min slavek lê veda û ewî  ji min pirsî  :senî turkçe?min bersifa wî da: Na. Ez kurdim. Kurd.
Ewî bi tirkî dî got  kurd nerde ?
Mebesta wî ji kûderê yî min got: Ji kurdistana sûrî me.

Paşê  min ji xwere digot:ma gelo tirkê tirk dema ku têne ewrupa weke kurdên me hij tirkîtiya xwe;û haj  zimanê atatork dimínin  an na ?
ez dibînimşensê diya tirka heyenaxwe çawa ku kurdên me yê ku di bin destê tirka dene  dema ji tirkî direvin û li kû deverê dirûnin tenê zimanê tirkî pêk tênin, eger yek bêjê: ku di welat de neçarbûn carê berî niha  ,em dizanin raste zor hebû,lê niha kurd dikarin pisîk û çêlekên xwejî hînî zimanê xwe bikin,ger bixwazin,lê mixabin ku îro em dibînin ku ne tenê kurdên hundirê tirkiya  belê kurdên li mişextiyê jî ji kurdên kurdistana bakur, Ji sedî  pênc ji wan tenê kurdî pêk tênin .
 di baweriya minde milletê ku doza mafê xwe bikê gereke berî her tiştî xwedî ziman be,Ji ber nasnameya her milletekî zimanê wiye.
Lewra nasameya Ereban Erebiya Wane,û ya Farisan Farisiya wane, û ya tirkan tirkiya wane,her wiha nasnameya me zimanê menî kurdiye
Di ast û pille ya xwe ya maqúliyê de zimanê kurdî cihê serbilindiyêye,di asta payebilindiyê de zimanê kurdî pur li balaye,di ezmúna çelengiya rêzimanî de  pêşbire ev zima ,dolemede bi bêjeyan,zengîne bi pirsan,şehkaseya kurmancî û soranî û zazakî lebalebe ,berlidevkiriye,mişte,saxleme,bê sînore,nerme,rewane,şêrîne.
her wiha zimanekî kevnareye;xwedî dîroke,zimanê mêrxasan û lehengane;zimanê şehsiwarên rojhilata navîne,taca serê hemû zimanaye,ne zimanekî dize mîna  gelek zimanên dîtir,ji xwezaya hêza xwe girtiye
hinkofêdewleteke mezine,hinkofê jiyanêye.
Kurdê ku pê ne peyivê ne kurde;û ne hêjaye wî navî pîroz ku pê werê navkirin.
 
13/3/2015
basil swisra

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…