Rapora rêzanî ya mehane ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Zor giring e em hêmanên serkeftina kurdan li Kobaniyê nas bikin
û bi şev û roj pêgiriyê bi wan hêmanan bikin

Piştî bêtirî çar heyvan ji xweragiriya xelkê me yê kurd li Kobaniyê li hember êrîşên tund û hov yên rêxistina terorist û tundrew (“Dewleta Îslamî) û piştî derbederî û mişextiyeke gelek dijwar û barkirina ji xaka bav û kalan ya bi hezaran jin, kal û zarokên kurd mizgîniya şikestina wê rêxistina rêşekuj û rizgarikirina Kobaniyê hate dayîn û va ye roj bi roj nûçeyên rizgarkirina gundên gundweriya Kobaniyê digihên me û hino hino – her çiqas hîn ne bi hejmareke mezin be jî – xelkê me yê derbederbûyî vedigere nav bajar û gundên xwe li herêma Kobaniyê.

Helbet ev serkeftina kurdan ne tenê ciyê kêfxweşiyê ye, belê ew ciyê şanazî û serbilindiyê ye jî. Divê em berî her tiştekî zani bin ku ev serkeftina bi hinêza têkoşîna keç û lawên kurd, berxwedana hêzên (YPG & YPJ) û piştgirî û alîkariya hêza Pêşmege hate holê. Bi ser wê de jî roleke gewre ya Hêzên Hevpeyman, ya ku bi êrîşên asmanî alîkariyeke bêhempa ji hêzên kurd re pêşkêş kirin, hebû. Ev jî helbet bi hinêza hewildan û dîplomasiya zîrek ya serokê Herêma Kurdistan birêz Mesûd Barzanî hate hole.
Bêguman bi vê serkeftina pîroz hîne metersiya rêxistina terorist li ser Rojavayê Kurdistanê ji holê ranebûye. Loman jî ya herî giring ew e ku em hêmanên serkeftina kurdan li Kobaniyê nas bikin û bi şev û roj pêgiriyê bi wan hêmanan bikin, ku ew jî bi kurtî yekîtiya kurdan û piştigiriya navnetewî ne. Ji ber vê jî divê herkesê ku xwe berketiyê kurdayetiyê dibîne van hêmanan biparêze û ji bo pêşxistin û berdewamiya wan bêwestan bixebite.
Tiştê balkêş di wê heyamê de ragihandina serokomarê Turikiyê Recep Tayip Erdogan bûn. Wî careke din dijminatiya xwe bi her daxwazeke kurdan re anî zimên û got ku ew li dijî herêmeke kurd ya otonom li (bakurê Sûriyê) ne. Helbet ev dijminatiya ne nuh e, lê pirs ev e: çima di vê demê de? Çima di dema şikestina rêxistina “Dewleta Îslamî li ser destên kurdan de? Hîn jî hinek naxwazin bibînin bê çawa û kî alîkariya “Dewleta Îslamî dike û kîn û kerba kê bi şikestina wê rabûye.
Bi qasî ku Sûriyê û xelkê wê ji dest rêjîma el-Esed, ya ku berpirsê yekem e ji rewşa xelk û welatê me Sûriyê re, toşî kuştin, derbederî, stemkarî, mişextî û kavilkirinê dibe, ne kêmtirî wê metirsiya rêxistina “Dewleta Îslamî li ser xelk û welatê me heye, ji ber ku vê rêxistina terorist û xwîşk-makên wê şoreşa xelkê Sûriyê berve şerekî navxweyî yê tayîfî û tundrew birin, ya ku heya îro jî dawiya wê nayê xuyanîkirin. Loman jî stûbariya hêzên rikberiya Sûriyê serûber ew ku îro berî sibeda hêzên xwe bikin yek û li ser bernameyeke xebatê, ya ku li ser bingeha berjewendiya xelkê Sûriyê serûber û rastiya dîrokî û erdnîgarî ya Sûriyê û pêkhateyên wê hati be avakirin, li hev bikin û refên xwe li pênawî çareseriyeke aştiyane û siyasetane bikin yek, da ku em gel û welatê xwe hem ji rêjîma totalîter rizgar bikin, hem jî ji azarên terorist û tundrewan. Divê em baş zani bin ku ji çareseriyeke weha pêve tu rê li pêş buhran û qeyrana sûriyê nînin, ji berdewamiya kuştin û kavilkirinê pê ve.
Di vê çarçewê de, herçendî mera bawer e ku çareseriya buhrana Sûriyê dê tenê li ser maseya diyalogê pêk were jî, mixabin “diyaloga” rêjîma el-Esed ligel hinek kesayetiyan li Moskovayê (dawiya 01/2015) ji monologekê pêve ne tu tiştekî din bû. Ji ber ku di diyaloga çareseriya buhrana Sûriyê de divê hemû aliyên rikber û nûnerên hemû pêkhateyên netewî û olî yên sûrî cî bigrin. Hîngê pêdiviyeke sereke ji diyalogê re pêk tê û dimîne tenê ku viyana diyalogê jî li ba hemû aliyan peyda bibe (yan jî bête peydakirin).
Sebaretî rewşa Tevgera Rizgarîxwaza Kurd li Sûriyê jî em weke Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê bawer in ku lihevkirin û yekxistina hêz û şiyanên me yên siyasî, dîplomasî, rêveberî û leşkerî çek û hêza me ya herî xortir e, li pênawî avakirina Sûriyeke demokrat, pirlayana û nenavend, Sûriyeke ku tê de gelê kurd mafên xwe yên netewî bi dest bixe û kari be herêmên xwe weke yek herêma rêveberî-siyasî bi xwe birêve bibe. Di vî warî de, bê guman, Lêvegera Siyasî ya Kurd, deskeftiyeke hêjayî parastin û pêşxistinê ye. Loman jî em pîrozbahiya birêveçûna karê wê dikin, piştî ku li Hewlêrê lihevhatinek hate kirin û hejmara endamên wê ji 30 kesî kirin 36 kes. Bi vî rengî jî li para her aliyekî (ENKS û Tevdem) 3 kes bêtir bûn. ENKS sê kesên xwe yên din binav kirin û hersê partiyên ku ji ENKS hati bûn bidûrxistin (di nav wan de jî hevalên me yên aliyê din) li ser para Tevdem-ê hatin jimartin.
Duh jî, îro jî me kurdan pêdivî bi dezgeheke weha heye, da ku em kari bin di warên siyasî û dîplomasî de dostan ji doza xwe re peyda bikin, di warê rêveberiyê de jî em xeysetên hukimraniya qenc nîşan bidin, di warê leşkerî de jî hêza ku bi kurdan divê bi dest bixin. Tenê bi vî awayî emê kari bin piştgiriya Hevpeymanan û raya giştî ya cîhanê, ya ku di rizgarkirina Kobaniyê de roleke sereke hebû, bi dest xwe de bihêlin.
Bi siyaseta tekpartîtî, tekrewîtî û tekhêzîtiyê – ew hêz yan partî çiqas xort dibe bile bibe – emê nikari bin li maf û azadiya xwe xwadî derkevin û welatê xwe ji tundrew û teroristan biparêzin. Di vî warî de û di heman dema ku civata Lêvegera Siyasî ya Kurd dihate amadekirin biryara Tevdemê ya ji bo hilbijartinên li hêrêmên kurd, bi awayekî tekrew, hate holê. Gelo ma armanc ji Lêvegera Siyaysî ne ew e ku em kari bin nûnertiyeke hevbeş ava bikin, ya ku Rojavayê Kurdistanê di hemû waran de (siyasî, rêveberî û leşkerî) birêve bibe?! Li aliyekî din em serbestberdana girtiyên siyasî yên kurd (yên ku di zindanên “Kantona” Efrînê de bûn) pîroz dikin û em hêrvîdar in ev gav bibe gaveke hêja li ser riya xweşkirin û xortkirina peywendiya aliyên kurd li pênawî bidawîanîna siyaseta tekrew û avakirina hîmên hukimraniya qenc li Rojavayê Kurdistanê.
Her di vî warî de em dibînin ku çawa girîng e ku Tevdem hevbendî û hevpariya resteqîn bipejirîne û ji biryar û siyasetên tekrew bi dûr bikeve, weha jî girîng e ku ENKS xebat, kar û lebata xwe ji nûve di ber çavan re derbas bike û îro berî sibeda xwe ji karê dezgehbûnê ve nêzîktir bike. Li vir pir girîng e jî ku hevalên me di ENKS de birayara xwe bi lez û erênî sebaretî berdewamiya endametiya me weke Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, weke endamekî damezrêner yê vê encûmenê, werbigre û bide xuyakirin, da ku em bi hev re mil li mil xebata xwe ya netewî-kurdî û niştîmanî-sûrî bi xortî berdewam bikin û kari bin nûnertiya vîn, daxwaz û berjewendiya gelên xwe bikin.
·         Nemirî bo hemû pakrewanên kurd û kurdistanê û pekrewanên azadiyê li her derê
·         Bijî azadî, demokrasî û wekhevî
 
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
Komîta Serkirdayetiyê  
14.02.2015 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…