Şêx Behyeddînê Zîlanî Birayê Şêx Xalidê Zîlanî Şêrên Geliyê Zîlan bûn

 Konê Reş
 
Piştî hilweşandina împaratoriya Osmanî û guhertina wê bi Cimhuriya Kemalî di sala 1923 an de û bi taybetî piştî serhildana şêx Seîdê Palo di sala 1925 an de û bidarvekirina wî û her 47 şêx û axayên Kurdan yên pêre, Kemalistan bi hovîtî berê xwe dan şêx û axayên Kurdan yên mayî; Ji berê ve, ew girtin, kuştin û sirgûnî Anadola rojava kirin û pêre jî tev tekî, hicrik û dibistanên olî yên wan şêxan girtin.. Vêca, ew şêx û ronakbîrên ku ji ber destê Kemalîstan filitîn û yên ku jiyana wan di metirsiyê debû, ji neçarî Kurdistana bakur li paş xwe hiştin û berê xwe dan nav Kurdên Binxetê û bi taybetî bajarê Amûdê yê ku ji kevntirîn bajarê Cizîrê ye û bajarê Qamişlo yê ku nû hatibû avakirin.

 Ev herdu bajar û Beriya Mêrdînê ji sedê salan ve bi bajarê Mêrdînê ve girêdayî bûn. Wê hingê Binxetê di bin desthilatdariya Fransîzan de bû. Vêca gelekan ji şêx, mele, zanyar, rewşenbîr û axayên Kurdan xwe li bajar û gundên Beriya Mêrdînê girtin, bîr û baweriyên xwe wek ku dixwestin berdewam kirin; Mizgeft, tekî û hicrik avakirin. Yek ji wan kesên ku hatin Şêx Behyeddînê Zîlanî bû.
Şêx Behyeddînê Zîlanî, birayê şêx Xalidê Zîlanî bû, ji Şêrên Geliyê Zîlan bûn. Piştî komkujiya geliyê Zîlan, Kemalîstan malbata Şêx Xalidê Zîla jî sirgûnî Anadola rojava kirin.. Di sala 1948an de şêx Behyeddîn bi herdu biraziyên xwe şêx Ebdulqidûs û şêx Mihemed kurên şêx Xalid digel zarokên xwe binxetî beriya Mêrdînê bûn. Destpêkê, hatin gundê Dadûşiyê, piştî pêleke nedirêj, çûna Şamê, xwe li welatparêzen kurdan wek Mîr Celadet Bedirxan, Osman Sebrî û yên mayî girtin.. li Şamê şêx Ebduqidûs çûye ber dilovaniya Xwedê û şêx Mihemed zîviriye welatê xwe Geliyê Zîlan. Şêx Behyeddîn jî, careke din ji Şamê zîvirî Cizîrê û li gundê me Doda, mizgeft û tekiyek ava kir û dergehê tobe û tewacê vekir.. Murîdên wî bi pirranî xelkên Amûdê, xelkên beriya Mêrdînê, Mehcir û Miqriyên Doda bûn, digel xelkê gundên Gundik, Tilkêfê û Olçiya bûn. Xelîfeyê wî li Doda Xelîlê Hecî bû, li Gundik Ferhanê Çelebî bû û li Olçiya jî îzzeddîn bû, û bi navê Şêxê Doda hat naskirin.. Vê paşiyê ji ber berberiya di gund de, mal û tekiya xwe guhest bajarê Amûdê û ta niha mizgefta wî li bajarê Amûdê bi navê Mizgefta Şêxê Doda naskiriye. Piştî Amûdê, pêlekê li gundê Hazdê û bajarê Hesekê jî maye û careke din mala xwe barkiriye Şamê. Berî dor 45 salan ji niha ve, ji Şamê zîviriye Diyarbekirê û piştî vegera wî bi dor 5/6 salan çûye ber dilovaniya Xwedê û li goristana Diyarbekirê a li Seyran Tepe, ser rêka Farqînê hatiye veşartin. Rehma Xwedê li canê wî bibare.

Konê Reş, Qamişlo, 12. 02. 2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şêrkoh Mihemed

Li wirî tu hey xarîbê nêzîk

Li wir, dirêjbuna destê Jiyana min

Sal û Dar û … Bûharî

Bîra bayê hêzdar ji Bakurê laşê min

Başkên ji min û te, Çih lime çaxê rojava

Tenkdikî ..

ger tû li wir be …. Ez hema

<p...

Ebdûlazîz Qasim

Di zimanê kurdî de, pênc çawig (rader) hene, ew jî (an, în, din, tin, ûn), lê di axaftina kurdî (zarê kurmancî) de şeş çawig têne dîtin, ku çawigê (rin) li wan zêde dibê, lê di (zarê Soranî) de, çawigê R li ser çawigê D tê hijmartin, mînak:

Kurmancî: Birin,…

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…