BEHÎNAME

Bi boneya koçkirina 18 an ya hunermendê hêja (Mihemed Şêxo)

Girûpa Hesekê ya rewşenbîriya kurdî ,di roja înê 9-3-2007 an ,şevbuhêrkek bîranînî ji bo nemir bavê Felek li darxist
bi amedebûna gelek rewşenbîr û hunermend ( Mehmûd ê Sebrî- Remedan Necîm Omerî – Beşîr bavê Rustem-Ferhan bavê Mîdiya – berpirsyarên koma Azadî…)
Di despêka şevbuhêrkê de Seyfidîn bavê Amed bi navê Girûpa Hesekê bixêrhatina mêvana kir û xwest em kêlîkek bêdeng li ser canê pakrewanê Kurd û Kurdistanê û bi taybet li ser canê nemir bavê Felek rawestin.piştre C.D ya ku girûpê amade kiribû pêşandan kir ji mêvana re ,di piştre hunermend Remedan hinek bîranînê xwe bi nemir  bavê Felek re got û sitiranek pêşkêş kir , dûvre hunermend Beşîr wî jî hin bîranînên xwe bi nemir re anî ziman pişt re hunermend Azad Feqe ji bajarê Dêrika Hemko bi telefonê beşdarî kir ,û hinekî li ser hunera bavê Felek
axivî . di pişt re hunermend Şeyda ji bajarê Amûdê wî jî di riya telefonê re beşdarî kir û hinkî li ser hunera bavê Felek axivî û sitranek nemir pêşkêş kir,
û ji bajarê Qamişlokê hunermend Se””””””””ed Ferso jî li ser telefonê hinkî li ser hunera nemir axivî û sitranek wî pêşkêş kir,di piştre helbestvan bavê Helbest wî jî di riya telefonê re beşdarî kir û li ser pêwendiya bavê Felek bi millet re û emekbûna millet jê re ku her sal bi vê pirbûnê derdikevin serdana gora wî ,di piştre Mamosta Mehmûd ê Sebrî bi vê gotinê beşdarî kir :
Mihemed Şêxo bû sembol ji hunera pabend re
(الفن الملتزم) û wê her bimîne di dilê milletê Kurd de .
Piştre giftûgo û gengeşe li ser hunera kurdî û bi taybetî li ser sitranê çêbû .

Keser971@hotmail.com
mishelosman@hotmail.com

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…