Ta vê paşiyê, di sala 1989 an de çavên min bi dîtina emîre Rewşen xanim Bedirxan kil bûn. Erê, dema ku mirov navê Cizîra Botan seh dike, pêre pêre navê Mîrê Botan, Mîr Bedirxan û zarokên wî têne bîra mirov û her wiha Birca Belek, Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Medreseya Sor û Bekoyê Ewan.. Çiko hunandinek xurt van navan û kurdewariyê bi hev ve girêdide..
Ez ne bawer im ku ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802 – 1868, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Mîr Bedirxanê ku di sala 1843 an de, di herêma Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in.. Û wiha biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e.
Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de, û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin.
Her û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû..
Ev wêneyê hûn dibînin, yê mîr Bedrî Paşa ye. Kurek ji kurên Mîr Bedirxan bû. Di heyamê îperatoriya Osmanî de, ew waliyê herêma Horan û Colan bû. Bedrî Paşa, bavê Samiya xanim bû, diya Rewşen xanim Bedirxan, anku kalkê wê ye. Ev wêne li mala Rewşen xanim Bedirxan daliqandî bû, min bi kamîreya xwe kişandiye.
Konê Reş, Qamişlo, 15.01.2015