Gel dipirse.. ta kîngê?

Merwan Bereka 

Her ku lihevkirinek di navbera tevgera siyasî ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê de tê kirin, hêviyên gel seranser geş dibin û pîrozbahî ji partî û serkirdeyên wan re têne rêkirin, ji ber ku gel tevgerê wek nûnereke siyasî û rêber ji doza kurdî re li Rojavayê Kurdistanê dibîne.
Kî çi dibêje bila bêje, lê birastî çavên gel li tevgera xwe ya siyasî ye, lê bila ji bîrnebe jî, ku li aliyekî din neyar û xêrnexwezên kurdan jî, çavên wan li tevgera kurdî ya siyasî ne, wekî çawa gelê Kurd bi hemû coşa xwe çavlirêbûna lihevkirin û yekrêziya tevgerê dike, her weha ew neyar û xêrnexwezan jî, bi hemû rêbazan hewil didin, ku hertim tevgera kurdî belawela, şerpeze û bê yekbiryara siyasî bimin.

Bêguman hemû berpirsiyar û serkirdeyên partiyên kurdî baş vê yekê dizanin, ji ber wê jî, çend pirsên girîng û beloq ji aliyê gel ve tên pirskirin: Ma gelo ta kîngê partiyên Kurdî, û nemaze yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî wê ji nokokiyên navxweyî rizgar bibin ? Ta kîngê hêviyên gel wê nîvqurçî bimînin? Ma qey ne bes e, ku her yek dibêje partiya min û ew?! Çima ez, tu û ew nabin em?! Ta çi demê ev partiyan dê hev gunehkar, tewanbar û şermezar bikin?!  Çi demê tûrkên wan, wê ji lomeyên bêsûde û negerek vala bibin?! Ma qey nema zikê partiyên Kurdî ji zandina cêwiyan radiweste?! Li danê sibehê perçe dibe, li damê nîvro civîna damezirandina partiyeke nû tê li dar xistin û li danê êvarê jî, daxuyanî belav dibe, û di wê de – Ango di wê daxuyanê de – pirtirînî her tiştekî din, doza yekîtiya tevgera kurdî tê kirin. Ma gelo ev ne tiştekî ji seyrê seyrtir e??!!
Wek xuyan dike hêdî hêdî baweriya gel bi partiyên Kurdî lawaz dibe û çav nîvziwayî bûne. Ji ber wê jî, berî ku gel dakeve kolanan û bêje: Nema ev partiyan nûnertiya min dikin, hêvî ew e. ku pir bi lez partiyên Kurdî, û nemaze yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li xwe vegerin, yekrêziya xwe ava bikin û bibin xwedî yekbiryara siyasî.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…