Di 30 Saliya Koçkirina Seydayê Cegerxwîn de

Konê Reş 

Qamişlo, 21.10.2014 
  Tevî rewşa me kurdên Rojava a aloz, diltezîn û dijwar, me çend nivîskarên kurd; Derwêş Xalib, Deham Hesen û ez, yên em pêwendîdarbûn bi Seydayê Cegerxwîn re li bajarê Qamişlo, berî çûna wî a Swêd, me ji erkê xwe dît ku em nehêlin roja koçkirina Seydayê Cegerxwîn derbas bibe bêyî ku em wî bibîr bînin.
Vêca me biryar standiye, ji bil ku em serdana gora wî bikin, em di roja 22.10.2014an de jî li Hola Mîr Celadet Bedirxan panalekê li dor bîranînên xwe bi seydayê Cegerxwîn re bînin ziman û ronahiyê berdin ser helbest û xebatên wî yên din, nemaze giringiya nivîsên wê di parastina zimanê kurdî û standardkirina zimanê Kurmancî, di nav kurmancîaxêfan de..
  Cegerxwînê dest zêrîn.. Cegerxwînê ku bi sedan şagirt bi saya afirandinên wî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bûn.. Cegerxwînê ku 60 salî, xebat û bizav bi berdewamî di ber zimanê Kurdî de kir.. 60 salî di pêvajoyeke pîroz de liviya û xwe jê ne da alî.. Bi saya gel ew çêbû û bi saya wî şagirt çêbûn, di navbera vê hûnandinê de zimanê Kurdî pêşket û afiriandinê cihê xwe di nav berhemê me de dît…
  Erê, Cegerxwîn mîna semyanekî sembolîye ji ferheng û wejeya gelê Kurd re, ji mafê her zimanhez û kurdparêzekî ye ku, xwe bi navê wî paye û berz bike, di nav gelên cîhanê de.
Ji xwendina li ser kêla gora  Seydayê Cegerxwîn li bajarê Qamişlo:
Meyger tu binê, ez li dinê her wekî fîl im 
Şûva ko me ajotiye, tovê xwe biçênin 
  
Xêzên me nivîsîne, bi xwe ayetê kurd in 
Dê pişt me re, ew di civatan de bixwênin 
  
Doza ko me kir ew bi xwe, Mûsa ne gihiştî 
Kurdên me dizanin, bi xwe rêça me bibênin 
  
Ger ez bimrim, axa cebana me bixwî tev 
Mizgîn ji welat, bo me di gorê de bişênin 
  
Ma qey tu nizanî, ji kulan bûme Cegerxwîn 
Dermanê me ye serxwebiwîn, bo me werênin.

Cegerxwîn



شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…