Payîzê! (1)



Konê Reş

 

Ezbenî! Va careke din payîz bi xezeba
xwe li me vegeriya..

Deşta Sirûcê, di nav toz û ecacoka
xwe de winda kir..

Bi hezaran welatî, mîna tûmên
kelemperê,

li ber bayê wê xindirîn û berê xwe
dane zozana..

Xelkên Kobanî bi tev êlên Berazan ve,
mina darên çinarê,

Hatin hejandin û şaxên gelek daran hatin
şikandin,

 Lê ew darên çinarê razî nebûn warê xwe (Deşta
Sirûcê),

 Bi çiyayê Qerejdaxê û zozanê Şerefdînê ve
biguherînin..

Ma tu nizane Payîzê ku berxwedan
jiyan e..!

Welato, Êdî bese! (2)

Welato! Êdî bese, bes pirsa evînê û
helbestên evînê
ji min bike…!
çax û demên min nînin ji dilgirtin girnijandin û hevdîtinê re…
li min bibore; Êdi nema strana (Keçka Simoqî û Bavê Seyro)
giyanê min dihejîn in
êdî nema xewin û xeyal karin bi dil û dil bijenîn in
Dil perçe_perçe bûye; Perçak li Şengalê ye
Fermana 74an bi serî de hatiye
perçak li Kobanê ye, xwîn jê diherike
perçak li Qamişlo ye, jar û rebene dirikrike..
Welato !
Me got û ne got
me got: Hawar e Hawar;
yê ku nikaribe darekê biçîne
şitlekê ne qurquçîne …
yê ku nikaribe avanîyekê avabike
koxekê wêran neke…

Konê Reş, Qamişlo, 26.09.2014

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...