Bêbextino!



Mihemed
Hesko (Birasoz)


 

Bi hemî..

bilindî ya
çiyayên nezanî yê,

 ên ku di mijî yê we de mexelîn e

Û ji gevez a
liser qirêja salan têrbûn e!

Nikarin
cogehek e tirsê,

Di newalê
dilê min de, bi herikîn in!?

Bi hemî..

girên ezîtî
yê,

ên ku di dilê
we de,

Ku bi şewat a
agirê dexsî yê avis bûn e!

nikar in
çirûskek ê ji hestên min vemrîn in!?

Bi hemî..

Bager,  bahoz û babilîskên

Ku di canê  we de, û bi toz û qilêra

kevneperestî
yê xwemilî ne!

nikarin,
gupkek hêvî,

an pelek
xwezî, ji dara bawerî ya min,

bîn in xwar,
an bi hejîn in!?

Bi hemî…

serhişkî ya ku
li enî ya rûdêmên we,

mîn a lawir
û teba yan, nayên kedî kirin!

Nikarin,  karwanê hêvî

û daxwazên
jîna min, rawestîn in!?

Bi hemî..

kanî yên
qerez û pozbilindî ya we,

 ku bihêna gelacî ya Beko jê hildikele û
diherikin!

û bi baran a
ku ji ewrên bi jehir,

ji asîmanê
sênc û bextê we dibar e!

nikarin…nikarin..

kulmek ax ji
deşt a evîna min şil bikin!?

 ********

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…