Romana nû ya Ezîz Xemcivîn bi durvekî spehî li Elmanya çap bû.

Roman ji 125 rûpelan pêk tê, amadekirina bergê ya Şîlan Doskî ye û
ev Romana yekem ji nivîskar re çap dibe.

Berî evê Romanê pênc Pertûk çap kirine:

-A-B (Alfabêya Kurdî) 1990 Şam

-Zindana Piçûk    
Helbest2005 Dubey

– Pejal         Helbest 2006 Dubey 

– Jiyana Mele Ehmedê Palo (wergerandin) Beyrût

– Gotinên Pêşiyan (pend) 2011 Silêmaniyê

Gelek pertûkên wî ji bo çapê amadekirî hene.

Ji destpêka Romanê 

  

Peyv bi xwe ji kunca zimanê lerzok bi tewşî direvin…

 Hindek kes
darê stûr bi destê xwe girtine, û hindek pirs li ber deriyên nûçeyan avis in! 
Laşê min ê
germ mijê ji ser pîneyên şermok divegerîne. 
 Roj ji kû ve
hiltê, îro li bal min ji rojavayê bajarê xemgîniya min hiltê!
Do bû, min ev peyv di bêrîka termê mikuriya temen de dixwendin.
 Do bû, min
xezala ko ji davê rizgarkirî bû, li bîstanê dildariyê diçêrand. 

 Çend diyarî, min ew ji bo roja penî amade kirine. 

 Hemû lîstok
in, li ber siya mêweya hewşê em dikarin bi wana bileyizin!
 Li ser banan
aleke spî dibînim, hemû pirsgirêk berçavên me ne, hemû alozî xwe li ser milê
westiyayî dipernixînin.

  

  

Zêro: Roman

Ezîz Xemcivîn
 
Amadekirina Bergê: Şîlan Doskî 
 
Çapa Yekem: Rezber (September) 2014

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...