DAYÊ

Keko

Dayê dergûş û hêlîn dayê
Dayê gotin hingivîn dayê
Dest û sîng ji mir livîn dayê
Dikirim xewa şêrîn dayê
Li ber me dikir şevîn dayê

Dayê dergûş û hêlîn dayê
Daya min can û pîr bû dayê
Gewr û reş û bedew bû dayê
Bêrîvan û palebû  dayê
Hin xatûn û cêrîbû  dayê
Tim belê na tune bû dayê
Dayê der…

Birê min dilorînê dayê
Xwşka min ditepînê dayê
Lime dike baweşînê dayê
Ji mere çîroka tînê dayê
Bê razan û gazinê dayê
Dayê der…

Jin û mêr te rakirin dayê
Li welat bela kirin dayê
Karker û şoreş gêrin dayê
Dane ser şopê dirin dayê
Yan azadî yan mirin dayê
Dayê der…
 diyarî ji hemû dayêkên cîhanê re bi bîranîna / 8 / avdarê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Navenda Barzanî ya Rewşenbîrî li Hanoverê
Ji bo Serok Nêçîrvan Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê û mirovekî xwedî erkê neteweyî…

Em bi tundî êrîşên terorîstî yên ku ji aliyê hêmanên neqanûnî ve li dijî cihê we yê li Duhokê, baregeha Pêşmerge û cihê serokatiya Kurd, Serok Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê, pêk tên, şermezar…

Em wek sê partiyên Kurdistanî (PSK, PDPK-S û PYDK-S), di roja 28ê Avdarê 2026an de li derveyî welat civiyan û bi hevra rewşa Kurdistanê û Rojhilata Navîn berfireh nirxandin. Me xwest ku vê daxuyaniyê ji bo raya giştî re belav bikin.

Wek tê zanîn, demek berê 6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatin ba hev û di nav…

Çîrok: Mihemedxêr Umer

Werger: Fewaz Ebdê

Hecî Dawûd, xwedî rûberin fereh ji zeviyên çandiniyê ye, bi qencî di herêmê de deng daye û hatiye naskirin, û hezkirina wî cihê xwe di dilê me de girtibû. Wî mala xwe ya kevn bi hewşa fereh re, kir depoya berhemên xwe û hinek alavên…

Mizgîn Hesko

Bi tenê
Di Derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng…!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez…
Helawistî dimînim…!
Û dil…
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest…!
Çi raz e…?
Çi huner û fîlbaz e…?
Spêdeyan…
Dilkê dil ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê…
Ber bi xwe ve dibe…?!
Çi raz…
Çi ristesaz û rewannaz e…?
Hiş wêran dike û dergehê rewanbêjiyê
Bi…