Kêra hozan û bîrlêkirina ziman

 Mihemedê Seyid Husên

    Bê guman mirov li ber xwe dikeve, nemaze ku hêj bîrlêkirina hozanî û zanistî dûrî desta ye, tenha hewara me maye ku mezelê miriyan, ji hestiyên ziman çanda yekgirtinê li babikî, li asteyekê mirov angoyî û tavilî dimîne, gelo afrîdeyên wa karîzmatî ji civakê û qûnaxê sirgûn bûne, bi yekcarî alavên ragihandina pêşesazî rêya xwe bi wan nexistine, ango civak bixwe ew piştguhkirine û ji wan mişext çûye.
*  *  *

    Di encamê de herdû ji hev tengijîne, êca ku li ber destê padîşahê goristanê guftûgoya miriyan nekin, li ser destê hogirîna gornepaşan hevdû haş nekin, di rêkeftin-nameyeke evra de, daxuyaniya derengmayî û şevnistî neweşînin, ji hawîrdora masa girover gotebêja birayetiyê bihev re negerînin, û destguhêziya aştiyane bo serwatiyê, di hilbijartinê de biparvenekin, yaxud pir daxe ku tenha mirî nayên guhertin, bi taybetî ku li vê radeyê zikê saxan ji hev dagirtiye, wisa jehra kînê û rikberiya navxweyî, rûdêm û henasên pêşerojê girravî kirine.

*  *  *

    Vêca ku serê min têde here, tucar evînê bi kînê naguherim, rikberiya zavê hoza wenda, ya paşdemayî û sûravka perçebûnê, li şûnwarê yekrêziya hemdemî rêbaz nakim, diruşma keysebazan û bangewaziya pûçencam, li şûna ala aştî û tenahiyê hilnadim, mîna teyrê baz dixwazim rizgar bifirim, li valahiya asoyên berfireh serbest birêsim, çiku mask û rekeh bêhna min diçikînin.

*  *  *

    Hewl didim ku zincîr û merbendan bişikînim, hîletê min ji evîna zorzane ya gerdişî û kilasîk diçî, mane xeyo ez bê zabend hiştime, wî nasnameya min ji mêj ve talan kiriye, û pelgnameyeke sor berdêlî daye min, pesteporta min jî bê vîza hiştiye, paswan û qelawizên ser sînor û peravan, min û hemî kesên ku kêşeya azadiyê didozînin, bê pirs û rêdan binçav dikin, xeyo mîna meymûnê ku Iyarê şêr kişandiye serê xwe li me kiriye, û bê sûc û guneh em kirine pirojeyê mirinê.

*  *  *

    Bê guman bo min xweş çesipe bûye, ku ne ji giringiya zimanê min yê netewî, nasnameya welatê min ya taybet û cudaxwaz bûna, ne ji sitratîjiya malbenda welatê min, ya cîyosiyasî û navendî li rojhilata naverast bûna, ku ne ji serjimara pir ya dezgeyên zendegî, û dirameta serubinê zemînê gencîneya dewlemend bûna, berî her tiştî we zimanê min  talan nedkir, û ewqasî sînordaşên dagîrker bi ser welatê min de pelû nedibûn.

*  *  *

   Lewma ji dilê evîndar her dibêjim: zimanê dayikê min tu divê, min bo te ji berbanga pêkîna mirovaniyê ve nimêj kiriye, hemî pîj û kelem, tabî û çeper, bendav û çiyarêz, fêrmist û mawer, baxên gulîzaran, periyên bihuştê, firişteyên textê şahanî, xweşxane û sera, bergor û terqînê serê me li hedan nexistiye, herweku min tu û xaka bêrîn ji destxwe berneda ye.

  Komara Çîk……18-8-2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…