bi jiyanêre li ser pelê pirtûkan
bi dîtina sala
hezar û nih sed û heştê û heştan
hêsir barîn
ji çavê helebçe
*** *** ***
bi dîtina awra reşî tarî
mirin bi konê xweyî reş
xwe berda
nav mal û erd û zozan
barî agrê dijmin
bi ketna bombeyê derman
hejandin erd û çîya û asîman
*** *** ***
kenê zaroka bela dibû
ser pelî gulan
bilbil serxweş di bûn
bi heskirina kenê wan
û biwî kenê xwey germ
ketin xeweke giran
bi hejandina wa bieşq
liser destê daykan
*** *** ***
bav û dayik bi zarokê xwe
kirin lez û bazdan
lê mirin zû derdiket
li pişt û li pêşiawan
û pirsa wa ji mirinê
ku bimînin zarok
lê mirin dasika xwe zû
avetibû gul û simbilan
*** *** ***
bihuştê veke herdû derîye
xwe li asîman
pênç hezar kurd
lite îro bûne mêvan
kurdistan îro bûye
pênç parçe
çar li erdê û yek
li bihuşta yezdan
*** *** ***
bi navê yezdan pak û dilovan
agir ketiye
nav erdê dijminan
bi kuştina wa
her kurd û her însan
îro şahiya û serhildana û dîlane
bi girtina serokê
keftar û xwînxwaran
bi merez û qirêj û sertewandî
libin erdan
îro kûçik û rovî ketin
nav lepê şêran
*** *** ***
îro dem dikenî linav
rûkê pirtûkan
di dîtina sîtemkarê mezin
girtiya nav zindan
bikenin zarokê helebçe
nav gulê bihuştan
dem zîvirî liser serê
serokê navê ereban
bi roniştina şerekî kurdî
liser erşe serokê wan
*** *** ***
bi zimanekî kurdî baqij
gota geli mirovan
îro mestand xwîna şehîdan
bi dîtina azadiya kurdistan
we digot
memostayê mezin
mele Berzan
*** *** ***