Wergêr: Heyder Omer
Diyalêktîka hişyariyê û dewletê:
Ageha mirov, ku ew bi ser (gel/milet) ve ye, gewherê (hişyariya netewî) ye, ango hişyariya netewî zanîna, ku li ser hêmanên êkologî û êthnî û çandî û dîrokî radibe ye, û ev hişyarî di vînê û helwest û tevdîr û berhemên, ku ji bo pêşvebirina civaka netewî hevpar in, de diyar dibe. Dewlet jî destilata bilind e, ya ku têkiliyên civakê (netew, milet) organîze dike, zagonan datîne û dixe piratîkê, xebitandina tundeweriyê di dest xwe de dihêle, û ji bo nebûna şerên navxweyî û pêkanîna aşîtiyê û bexteweriyê û parastina civakê li hember gefûgurên derveyî bikar tîne(2).
Hişyariya netewî bi mirovaniyê re di serdemên kevirî de pêk nehat, ew berhemeke, ku hino hino bi ser hev de pêk tê, û di heman demê de jî ne tiştekî bê nirx e, ku bi hêsanî dest jê were berdan, belê ew pêwîstiyeke heyînî ye, ji ber ku mîkanîzmeke bervedêrî ye, ku komel ji bo xweyîtiya xwe li hember tunekirinê dixebitîne, ew ji bo serkeftinê di cenga (mayîn ji yê hêzdar re) çeka giyanî û zanistî ye, ger ev çek nebe, milet/gel dê bi tunekirinê re rû bi rû bibe; çi ev tunekirin fîzîkî (cînosayd) be, û çi jî hesteyî (helandin, pişaftina nasnameyê) be.
Her weha dewleta netewî jî di serdemên kevirî de ava nebû, ew jî berhemeke, ku hino hino tê ser hev û gur dibe, hewcedariya serkeftinê di cenga (mayîn ji yê hêzdar re) bi wê heye, û bi qasî ku dewleta netewî keça hişyariya netewî ye, ewqas jî ew wê hişyariyê perwerde dike, ber bi pêş ve dibe, û li hember dagerînê û perçebûnê diparêze, û hişyariya netewî, ji her hêlên çandî, aborî, polîtîkî û civakî ve, bi dewleta neterwî tê sazûmankirin, û bi destlata, ku heye nûnertiya vîna teva ya milet dike, tê guhertin, wê hîngê dewlet yekeke demikratîk e, û heye jî serdarek bi tenha destlatê bixe destên xwe, dewlet wê hînge dibe (otoqratîk), û heye serdarek/ olperestek destlatê bixe destên xwe, wê hîngê dewlet dibe (tiyoqratîk), û heye jî kêmhateke entilcênsiyayê destlatê bistîne, dewlet wê hînê (olîgarşî) ye(3).
Destpêkên diyarbûna hişyarî û dewleta netewî:
Têkiliya diyalêktîk di navbera hişyariya netewî û dewleta netewî de rastiyeke zanistî û dîrokî ye, dupatkirina wê têkiliyê ne hewcedarê gelek têorîkirina felsefî ye, ji bo wê yekê tenê mirove dikare bi hûrbînî li diyarbûna civakên mirovaniyê û ber bi pêşveçûna wan, û guhertina wan bi neteweyan, û diyarbûna dewletên netewî, û rola wan dewletan di pêşvebirina hişyariya netewî û di şûngirtina wê de, bi armanca pêkanîna hevgirêdan û hevtewawiya netewî, û bidestxistina serkeftinê di cenga (mayîn ji yê hêzdar re) ye, binere.
Di serdema kevirî ya kevin (palaeolithic) de: ji (2 melyon heya 12000 sal b.z), mirov bi awayê malbatan di daristan û şikeftan de dijyan, reh û berhemên dara û nîçîrê dixwarin. Wê hîngê ne hişyariya netewî û ne jî dewleta netewî hebûn, hesta hişyarî ew bû, ku mirov endamekî (dewleta malbatê) ye, û ev awayê dewletê mîkanîzma bervedêriya xweyîtî bû li hember gefûgurên surûştê û malbatên din(4).
Di serdema kevirî ya navîn (Mezolithic) de: ji (12000 heya 8000 sal b.z), jêdera xwarina mirov hîn jî reh û berhemên daran û nîçîran bû, lê mirov li dawiya vê serdemê, ji bo ku di cîgehên servekirî de bijîn, ji şikeftan derketin û ber bi kûrahiya daristanan û deştên dagerîn yên kêlek çiyayan de çûn, û heye ku mirovan li dawiya vê serdemê hin lawir kedî kiribin, û di hin awayên sade yên zeviyê de xebitîbin, û xanîne sade ji xwe re avakiribin. Heya vê serdemê jî ne hişyariya netewî û ne jî dewleta netewî hebûn, mirov tenê endametiya malbatê dizanî, û ji bo bervedêriya xweyîtî li hember gefûgurên derveyî, xwe dispart (dewleta malbatê)(5).
Di serdema kevirî nû (Neolitic) de: ji (8000-6000 b.z), mirovan di vê serdemê de kedîkirina lawiran û hunerên zeviyê ber bi pêşv birin, û yekemîn şoreşa aborî di dîrokê de pêk anîn, û ji pergala (civandina xwarinê) ber bi ya (çêkirina xwarinê) de guhestin, kampên konan û gundên biçûk ava kirin, nîrên jiyanê hinekê baş bûn, û rêjeya zayandinê bilind bû.
Awayê eşîrê yê destpêkê jî bi avakirina konan/gundan re diyar bû, pêre jî awayê destpêka destlatê (dewleta eşîrê) diyar bû. Bi hebûna hin malbatên, ku ji bavpîrekî peyda bûne, di kampekê/gundekî de, berjewendî û daxwaz hem curbecur û hem jî dijber bûn,û hewcedariya bi destlateke bilind, ku civakê bi rê ve bibe, berjewendiyan li hev bîne, û têkiliyên nişteciyên gund û yên gundên derdorê raxîne (organîze bie), derket holê. Heya vê demê jî ne hişyariya netewî û ne jî dewleta netewî hebûn, tenê endametiya (dewleta eşîrê) li hember gefûgurên derveyî, mîkanîzma bervedêriya xweyîtî bû(6).
Di serdema kevirî madenî de: Ji (6000 – 4000 b.z), û ya di pey re (wek serdema nivîsînê) de, mirov li kêlek keviran maden jî ji bo çêkirina alavên malê û zeviyê bi kar anîn, berhema zeviyê ber bi pêş ve çû, û bêtirî hewceya zevîvanan bû, û li hêla din destpêkên pisporiya kar diyar bûn, ku hin kes bû zevîvan û hin jî bûn çêkerên alavên malê û zeviyê, û di vê heyamê de danustandinên bazirganiyê bi awayê guhestinê pêk hatin, zayandina mirovan bêtir bû, û hewceya sûdwergirtina deştên kêlek çeman, nemaze di pergalên kêmbaranan de, diyar bû(7).
Bajar li gel hawîrbûna mirovan li deştên, ku bûn navenda destlatê û berhemê, diyar bûn, û komelek gundewaran pê re hate bestandin, vê carê jî awayekî nû yê civakê, ku endamên wê tekekesên eşîr û êlên yek rehî (yek netewê) nin, diyar bû, û li hemberê jî awayekî nû yê (hişyariya komel) peyda bû. Navendiya hişyariya eşîrtî / êlîtî nikarî bû bi rewşa civakî ya nû re li hev bihata, û ji bo berjewendiyên civaka, ku ji eşîr / êlên curbecur pêk tê, ziyandar bû, pêre jî pêkhatina awayekî hişyariya hevdudanî bû pêwîstiya berz, ev awayê hişyariyê di kûrahiya xwe de, ji hêlekê de hevbestiyê malbatê, û ji hêla din de hevbestiyê eşîrê / êlê ye, û di heman demê de ew û awayê jîyîna hevbeş di hundir (civaka netew) de, û li ser erdnîgariyekê li hev du dibanin.
Gava (civaka netewê) pêk hat, (hişyariya netewî) jî bi awayê destpêkî jixweberê pêk hat, û (dewleta netewê) diyar bû, û civakeke ji (civaka eşîrê / êlê) mezintir û curetir e, bercest kir. Civaknasîna polîtîkî ev civaka nû bi navê (gel, netew, milet) da naskirin. Delametên (dewleta netewê) ji her warên civakî, aborî cengewarî û çandî ve curbecur bûn, û qeral jî, di rêvebiriya civakê de, şûna serokê eşîrê / êlê wergirt, pêşî qeralan civatên şêwrê ji xwe alîkar digirtin, paşê qeralê – xweda, û di pey re qeralê nîvxweda û qeralê ku xweda ew şandî diyar bûn.
Ez bawer im, ku em hin nimûneyan li ber çava raxin, dê dîmen sayîtir û zelaltir bibe, lê bila ev yeka jî para xeleka, ku wê were be.
Û çi dibe jî, bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
Jêder û çavkanî:
(1) Fernand Braudel: Qewaid luxet El-Hedarat, rû 413.
(2) Lecnetun mîn El-Bahîsîn: Fî El-Qewmiyye El-Erebiyye, rû 31-32. Ismaîl Ebdilfettah Ebdilkafî: El-Meysoetu El-Muyesseretu Lîlmustelehat El-Siyasiyye, 205, 208, 230.
(3) William Durant: Qîssetu El-Hedare, 7/509-510.
(4) Donald Johanson û Blak Edgar: Mîn merhet losî îla merhelet El-Luxe, rû 94. Fadil Ebdilwahêd û Amir Sulêman: Adat we teqalîd El-Şuûb El-Qedîme, rû 10.
(5) James Millaart: Eqdem El-Hedarat fî El-Şerq El-Edna, rû 17. Jean Bottero û hinekên din: El-Şerq El-Edna, El-Hedarat El-Mubekkîre, rû 32. Fadil Ebdilwahêd û Amir Sulêman: Adat we teqalîd El-Şuûb El-Qedîme, rû 11.
(6) James Millaaet: Jêdera navborî, rû 26. Fadil Ebdilwahêd û Amir Sulêman: Jêdera navborî, rû 11-12.
(7) Fadil Ebdilwahêd û Amir Sulêman: Jêdera navborî, rû 12-13.