Dem dema ragihandina dewleta kurdiye

Hişyarê Emerê Lalê

Di vê qûnaxa hestyar de hemî kawdanên ku girêdayî bi ragehandina dewleta kurdîve pêkhatîne ji kawdanên herêmî  ta bi  kawdanên diwelî  ji ber ku miletê kurd  biye xudanê hemî surişt û samanê xwe , bercewendên dewletên herêmê bi bercewendên miletê kurd ve hatine girêdan ,û kurd jî bîne jimarek herî  giring di rojhilata navîn de , pêwiste em jî yariya bercewendiyê bilîzin ji ber ku dem hatiye û dive em vê derfetê ji dest xwe neberdin ger ev derfet cû ez bawernakim ku sed salên dî jî  derfetek weha ji bo miletê me were.
Ev  demek dirêje ku hukmeta  kurdistanê bi siyaseta xwe ya hekîmane ku hukmeta erduxan gihandine wê baweriyê ku bercewenda welatê tirka ne bi eraqêreye lê belê bi kurdanreye ji ber ku ev ezmûna ku herêma rojhilata navîn têre derbasdibê hate dupatkirin ji tirkanre û ji hemi dewletên herêmêre û ta ji ewroparejî ,û her weha ji emerîkarejî ku kurd hevalê hevalê xwene, û siyasetek rasteqîne û hekîmane di herêmêde dilêyîzin  û mitmane û pişt xwebestin bi wan dibê  , ji ber ku bîne xwedî bandorek bi hêz di herêmêde , îro roj roja bercewendiya ye nemaze bercewndiyên aborî ya ku Kurdistan zengîne bi hemî saman u suruştê xweyê bê hempa ji alyê candiniyê ,neftê ,xazê  û hemî keresteya û pêtiviyên avakirina hemî kargeha, ji ber vê yekê rezamendiya dewletên herêmê li ser ragehandina dewleta kurdî bi erênî tê pêşwazîkirin , heger ji bal hinek dewletanve ne erênî jî bê lê li ne dijî wênejî  ,
Ev deh sale siyaseta malikî û hevalbendên wî ji cîhanêre diyarbû ku siyasetek faşile û ligor tê zanîn ku ewjî nekêmî sedam husênê bin gore ev  siyaseta tundrew nema hêdî tê qebûlkirin ji bal hemî miletên cîhanêve, û malikî û hevalbendên xwe Eraq gihandin vê asta şikestinê encama  tehmîşkirina hemî pêkhatên Eraqê ji kurdan û siniyan û şebek û êzidiyan û turkuman û xiristyanan û hemi pêkhatên dî ,bi vê siyaseta xweya çewt û şaş hîn jî sore li ser wilayetk dî di desthilatdariya Eraqê de.
Ev pêvajiwa ku serok Barzanî ragehandî div ê qûnaxê de yekemîn pêvajiwe ji dema saykis pîkove ta îro ev ragehandina ji bal  serok Barzanîve ne hesaniye lê belê bêkhatina herêma kurdistanê ji hemi aliyanve ,  û pêwendiyên herêmê bi gelek dewletên cîhanêre li ser bingeha bercewendiyên hevbeş û herweha kawdanên herêmî hişt ku serok Barzanî vê biryara wêrek bidê  ji ber ku miletê kurd nema siyaseta malikî qebûldikê ,nema li benda mada /140/ dimînin ev mada yasayî yaku ev zêdeyî deh salaye hatiye çespandin di destûra Eraqîde lê ta niha hê karîger nekirne ????? eve mada /140/ê bi dawî hat piştî vegirtina pêşmergên dilêr hemî xaka kurdistanê  .
 lê belê çewaniya vê biryara dîrokî û gelek tiştên dî girêdayiye bi rojên werêve?
Gelo ka îran wê çi bikê li hember vê ragihandinê ?????
an jê wê serederiyê li vê biryara kurda bike ???
helwîsta Ereban ne zelale û ne razêne em vê berê zanin ji ber ku girêdayiye bi canda wanve ev çanda ku qebûl nakin tiştekî te hebê , ew perwerde bûne li ser çanda dagîrkirinê , em mizgînê didin wan ku  demê vê çandê çû û herêma rojhilata navîn wê bê parçekirin li gor pêkhatên herêmê  ne li gor çanda dagêrkeran !!!!
lê belê ya giring ewe ku miletê kurd yêk helwistbê li hember şofonîstên ereban û her kesên ku dijî avakirina dewletekî kurdî dirawestin ??????
rojên werin her tişt wê wê zelal û beyanbê

13/7/2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…