Helbestvanê Kurd Îbrahîm Metînî (1909 – 2001)

Konê Reş

Îbrahîm Metînî kî bû? Ew helbestvanê kurdên Libnanê ye. Evîndarê Kurd û Kurdistanê bû.. Sofiyekî Mîr Kamîran Bedirxan bû.. Hezkerê ziman û peyva kurdî a resen bû.. Ew ji Kurdistana bakur, çiyayê Omeriyan, gundê Metîna ye.. Di sala 1909an li gundê Metîna hatiye ser rûyê dinyê. Di sala 1930î de derbasî binya xeta Fransawî bûye, anku hatiye nav kurdên Rojava. Çend salekî mala wî li bajarê Amûdê û Qamişlo maye û li van herdû bajaran dostaniya wî bi nivîskarên kovara Hawarê re çêbûye, di serê wan de seydayê Cegerxwîn.. Di dawiya salên 1930î de mala xwe barkiriye Beyrûtê û li wir dostaniyek mezin di navbera wî û Mîr Dr. Kamîran Bedirxan de çêbûye.. Wê dostaniyê dirêjkiriye ta bi mirinê..
Îbrahîm Metînî; komek helbest bi zimanê Kurdî hunandine, lê mixabin ta niha nehatine çap kirin.. Ew, mîna yekemîn helbestvanê kurd di nav kurdên Libnanê de tê naskirin. Helbestvan Îbrahîm Metînî di roja 6ê adara 2001an de li Beyrûtê koça dawî kiriye. Li ser daxwaza wî, ew di goristana malbata Hemiyê de ya ku bi koka xwe kurdin li Beyrûtê hatiye veşartine.
 
Konê Reş, Qamişlo, 23.06.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…