Ziman Welatê me yê Netewî ye Divê ew Nebe Dîlê Biryarên Siyasî

Merwan Berekat

Ji bo miletan, ziman ne tenê nasname ye. Ew hebûn, mayîn, welat û jiyan e, ango eger miletek bixwezibe xwe ji windabûnê biparêze, divê berî her tiştekî din, li zimanê xwe xwedî derkeve û wî di hemû warên jiyana xwe de bi kar wîne.

Ziman navnîşana serekîn a taybetmendiyên netewî ye, û ji wê pirtirîn mirov kane bêje, ji bo her miletekî ziman welatê wî yê netewî ye.  Eger mirov li droka mirovahiyê vegere, û wê baş rçav bike, dê rastî vê rastiyê were.
Belê; di gele serdemên dîrokî de, gelek milet û netew hebûn, ew xwedî dîrok, şaristanî, koltor û welat bûn, lê îro ew nema hene, ne ji ber ku ew bi talan nexweşî û wêrankirinê hatin tunekirin, lê belê sedem ew e, ku ew li zimanê xwe xwedî derneketin, wan zimanê xwe berdan û zimanê hin miletên din bi kar anîn, û bi wê yekê, ew di nav netewên wan zimanan de hatin helandin. Di vî warî de, xêrnexwezên gelê Kurdî û nemaze di van sedsalên borî de, hertim bi pilan û pîlanên cubecur hewil kirine, û hîn jî di wan hewildanan de ne, ku zimanê Kurdî ji jiyana Kurdan dûr xînin, û zimanên xwe bikin zimanê jiyana gelê Kurd, û di wê riyê re dîrok û hebûna Kurdan tune bikin. Lê pêşeng û zimanperwerên Kurd, hertim haydar bûn, û bi hemû kanebûn û zanebûna xwe pêşî li wan pilanan dibirîn, û di warên jiyana zimanê Kurdî de dixebitîn, û ew pêş ve dibirin. Ma yek Kurd heye, ku nizane kesên wek Mîr Celadet Bedirxan, Miqdad Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Cîgerxwîn, Qanatê Kurdo, Osman Sebrî, Nûrdîn Zaza.. û her weha bi sedan, ku wan beşekî mezin ji jiyana xwe xistibûn xizmeta zimanê Kurdî û pêş ve birina wî. Ji bo ew xebata wan a bi hêja û bi rûmet, wan gelek tund û tûjî wek lêdan, zinda, koçberî û sirgûnî ji aliyê neyarên gelê Kurdî ve dîtin. Bêguman ewê hertim mamosteyê me, yên pşîn bimînin, û ev navên gewre, bi tîpên zêrîn di ferhenga gelê Kurd de hatine danîn.
Di 15. 05. 1932 an de, li bajarê Şamê, paytexta Sûriyê, Celadet Bedirxan kovara HAWARÊ bi zimanê Kurdî û bi tîpên Erebî weşand. Bêguman weşana kovara Hawarê yek ji firkên pêşvebirina zimanê Kurdî bû. Wê gulistaneke pir rengîn di jiyana zimanê Kurdî zêde kir, û ta roja îro, ew kar, xebat û berhema pir hêja û dewlemend cihê şanazî û rêzgirtina gelê Kurd e, û nemaze ji aliyê nivîskarên zimanê Kurdî û zimanperwerên Kurd ve. Li Rojavayê Kurdistanê roja derxistina kovara Hawarê Cejna Zimanê Kurdî hatiye binavkirin.
Di çend salên borî de, li Rojavayê Kurdistanê gelek saziyên zimanê Kurdî wek Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Sûriyê, Zaziya Zimanê Kurdî, Saziya Gîgerxwîn.. û H.W.D hatin damezirandin,: Mebesta ji damezirandina van saziyan ew e, ku xwendin, nivîsandin û asta zimên di hin waran de bilind bikirin. Lê mixabin her saziyek bi serê xwe dixebite, û her yekê ji wan metrolayek ji xwe re daniye û tê têkildarî di navbera wan saziyan de tuneye.
Di vî warî de, gelek pirs li bîra mirov tên, ma gelo çê dibe, ku saziyên zimanê Kurdî jî wek tevgera siyasî ya Kurdî dûrî hevbin..?? Ma gelo çê dibe, ku ji bo  her saziyekê metroyaleke cuda hebe.?? Tê çi wateyê, ku bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, her saziyek bi tena xwe şahî, seminar û festîvalan li dar dixe..?? Ma gelo çê dibe, ku şagirtek sê astên fêrkirinê û bi pileyên bilind  encama serkeftinê bistîne û fêrnamê werbigire, lê çê nabe, ku ew di dibistanan de fêr bike, ji ber ku wî fêrnameya xwe ne ji S.Z.k wergirtiye? Bêguman kar û xebata hemû saziyên zimanê Kurdî cihê rêzgirtin û şanziya me ye, lê dê pir karekî hêjatir be, eger hemû sazî hajî hev hebin û ji bo bilindkirina asta zimanê Kurdî karên hebveş bikin. Hêvî ew e, ku nakokiyên di navbera tevgera siyasî ya Kurdî de, derbasî nav saziyên zimanê Kurdî nebin, û bandorên xwe yên neyînî  li wan û rewşa zimanê Kurdî nekin.
Ziman; ne yê kesekî, saziyekê û yê patiyekê ye. Ew zimanê gel e. ew welatê me yê netewî ye. Ya rast ew e, ku em tev û bi şêwakî hevbeş û yekrêzî bi hemû kanebûn û zanebûna xwe li wî xwedî derkevin û biparêzin.
Cejna zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd pîroz be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…