Konê Reş
Cejna 116 saliya roja rojnamegeriya Kurdî li we pîroz be. Îro em ê bibin mêvanê kovara Gurzek Gul, ewa ku min û mamoste Abdulbaqî Huseynî bi hev re diweşand. Kovara Gurzek Gul ji kovarên pêşîn yên serbixwe bû û bi zimanê kurdî, tîpên latînî di nav kurdên Rojava de dihatin weşandin.. Bi saya vê kovarê, gelek xort û keçan berê xwe dan nivîsandina bi zimanê kurdî..

Gurzek Gul:
Ev kovar çendeyî, folklorî û serbixwe bû, her du heyvan hejmarek dihat weşandin.. Hejmara pêşî (1) di serê adara 1989an de derketiye, hejmara dawî di (15) bihara 1992an de derketiye.
Xwedî û berpirsyarên wê Konê Reş û Abdulbaqî Huseynî bûn. Vê paşiyê ji hev veqetiyan Konê Reş bi tena xwe berpirsyariya her çend hejmarên dawî kir û mamoste Abdulbaqî Huseynî digel rehmetî Ferhadê Çelebî kovara Zanîn weşandin.
Konê Reş
Qamişlo, 14.04.2014