Kovara Gurzek Gul

  Konê Reş

Cejna 116 saliya roja rojnamegeriya Kurdî li we pîroz be. Îro em ê bibin mêvanê kovara Gurzek Gul, ewa ku min û mamoste Abdulbaqî Huseynî bi hev re diweşand.  Kovara Gurzek Gul ji kovarên pêşîn yên serbixwe bû û bi zimanê kurdî, tîpên latînî di nav kurdên Rojava de dihatin weşandin.. Bi saya vê kovarê, gelek xort û keçan berê xwe dan nivîsandina bi zimanê kurdî..

Gurzek Gul:

Ev kovar çendeyî, folklorî û serbixwe bû, her du heyvan hejmarek dihat weşandin.. Hejmara pêşî (1) di serê adara 1989an de derketiye, hejmara dawî di (15) bihara 1992an de derketiye.
Xwedî û berpirsyarên wê Konê Reş û Abdulbaqî Huseynî bûn. Vê paşiyê ji hev veqetiyan Konê Reş bi tena xwe berpirsyariya her çend hejmarên dawî kir û mamoste Abdulbaqî Huseynî digel rehmetî Ferhadê Çelebî kovara Zanîn weşandin.

Konê Reş

Qamişlo, 14.04.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…