Mele Ehmedê Namî û kurte jiyana wî

 Luqman Yûsif

Navê wî Ehmed kurê Mehmûdê Ebdullahe, ew li gundê Sîtê qeza Nisêbînê di sala1906 an de ji dayik bû ye.Paş re li gundê `Erbetê rûniştiye.Dema bavê wî çû ser dilovaniya xwe Ehmed 4 salî bû û li ser daxwaza dêya wî metika wî ew di dibistanên olî de daye xwendin.Paş re berê wî ketiye Kercosê gundê Dara.Piştî demekê berê xwe daye Amûdê . piştî gereke li gundên Binxetê ew li gundê Tişhîrê bi malîtî rûniştiye li gel şêx Birhîm û li Tilşehîrê bû imamê mizgeftê. Li gundê Tişhîrê ewî guhdanek ji dil û can bi wêjeya kurdî kiriye û di vê qûnaxê de ewî dostanî daye mîr Celadet û Cigerxwîn.
Mele Ehmedê Namî mirovekî bîrewer bû,ji ber wilo ewî behwerî bi ola rast tanî û çîrokên çewt û derveyî rê ne dipejirandin, ji lewma oldarên gewde êrîşî wî kirin û heger Eliyê Evdê ne alîkar bane pê re ewê serê wî bi êşînin.
Piştî gundê Tişhîrê û di destpêka 50 an de  ewî berê xwe da bajarê Qamişlo û li wir ma ta çû ser dilovaniya Xweda(Bi sedema nexweşiyeke giran).
Cigerxwîn pesnê wî daye û ew mîna mamostayê Ehmedê xanî dîtiye û weha li ser dibêje:
Namî me ji nameya te zanî seydayî ji bo melayê xanî.
Gelek helbestên wî di rojnameyên kurdî de hatine belavkirin mîna govara hewar ya  ku mir Celadet ew belavdikir,û ji bilî wê govara roja nû jî.
Hêjaye gotinê ku Ehmedê Namî xwedî têklî bû bi Mistefa Barzanî re û dema ku ew ji Yekîtiya Sovyat vegerehaye ew çûye serdana wî û miheke sax li ba wî maye û li wir têkilî û hevdîtin bi helbestvanên kurdistanê re çêkirine mîna Hejar.
Mele Ehmedê Namî bi kurdî û erbî di`axivî. Ji ber Ehmedê Namî li navûdengiyê ne digereha ewî kêm helbest belavdikirin,ev jî li sirûşta wî ya taybet vedgere bi ser ku ew ji helbestvanên herî serkeftîbû û gotinên wî hilbijartîbûn û hûnandina wan cidabû.
Ji berhemên Mele Ehmdê Nmî:
Şewata sînema Amûdê û gelek helbestên cihgirtî di dîroka wêjeya kurdî de mîna :
Pêşkevin em serfirazin miletê kurdî.
Di sala 1975 an de li bajarê Qamişlo çûye ser dilovaniya Xweda piştî ku ewî xebateke biha giran di ber wêjeya kurdî de kirye û rê li ber nifşên di pey xwe re ronî kiriye.

Lêveger  :Dîroka wêjeya kurdî ji berhevkirina Rêwî.

6-4-2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…