dêmê wêjeyê

Hadî Behlewî

Bi helkeftina diwazdemîn sal ser koçkirina seydayê Tîrêj, û bo roja helbestê ya cîhanî vê helbestê ji we re pêşkêş dikim

Li dêmê wêjeyê seyda tu xale

Tu tîrêje xwedî şewq û şemale
Li ser janê xwe ristê xwe di hûnand
Te bûrandin demin pir tûj û tale

Te vîna kurd û Kurdistan dikir xêz
Dibû bazbend li zendê xort û kala

Bi helbestê xwe dîwan pir tijî kir
Belabûne li kovar û qenala

Diyalog te bi mûkî gewr li rû kir
Dibû pendek bi şêwakî zelale

Bi bilbil re te kir vîxan û kovan
Te kir hevpar bi xwer” derd û mitala

Te got” rêka me dûre bar girane”
Tenê omîd me yezdan ê li bala

We aya te bi qulingan gotûbêjkir
Dema refek ji wan ,çû ber bi mala

Te gazî kir,qulingo zû were vir
Silava zû ji min bighîn hevala

Şehîdê berxwedana kurd li amed
Mehabad û helbçe û hem gulala

Li min xişmê meke seyda mebêje
Ji bîra min tu çû ev yazde sale

Dema koça xwe kir pişta xwe da me
Devêm pûç bû zimanêm maye lale

Ji mêj ve kurtpistik min bihîstî
Ko piştxûzim ji barê pûç û vala

Li ber navê şehîd û simbolên kurd
Dive xûz bî ji min tim bejn û bala

Di dawî de gelê kurd min bibûre
Li ser masê li cem min yek su-ale

Bi saxî  ko ji hev re ne bira bin
Dema bimrin çikin van vîstevala

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…