Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên kurd û Yekîtiya Nivîskarên Kurd, hatin yekîtiya xwe lidarxistin.

Cih: Navenda Osman Sebrî ya çandeya Kurdî.
Îro li bajarê Qamişlo rojek giring e ku wê bibe guhertinek dîrokî di jiyana tore û çandeya kurdî de li Sûriyayê.
Di vê roja dîrokî de Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriyê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya yê, hatin ba hev û yekîtiya xwe lidarxistin.

Di destpêkê de mamoste Ehmed Bavê Alan beşdaran vexwendî xuleke bê deng li ser giyanê cangoriyên kurd, azadî û Barzaniyê nemir kir.
Pişt re torevanê hêja Dilawerê Zengî li ser pêwîstiya hebûna yekîtiyek giştî ji hemî nivîskaran re axivî, lê divê têkilî bi vê yekîtiyê de li ser astekî şaristanî ku hebûna çandeyê çalak bike, da em karibin dijberî jankêşan û sitema ku hember gelê me hatiye bikaranîn derkevin.
Mamoste Zengî giranî da wan geftûgoyên bi nirx yên ev roja pîroz bûye encan ji wan re.
Helbestvan Ebdulsemed Mehmûd daxuyaniya Yekîtiyê ya bi zimanê Kurdî xwend û ev deqê wê ye:
Daxuyanî
 Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê
 Yekîtiya Nivîskarên Kurd –Sûriya
 Li hemberî rewş û nîrên dijwar û hestiyar yên ko gel û herêma me tê re derbas dibe, em wek Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd û Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya. Û bi egera pêwestiyek neteweyî, sincî û mirovanî û wek erkek û stûbariya wijdanî çawa (nivîskar wijdanê gela ne). Û piştî danûstendinên bi ber û giranbiha em yekîtiya xwe lidardixin.
  Bêguman, Yekîtiya nivîskarên Kurd pêk tê, ji ber rewşa parçebûna di bizava rewşenbîriya Kurdî de û ji bo rewşa wêje û çandeyî bi pêş ve bibe.
  Em tekes dikin ku dergehê Yekîtiyê wê tim li ber pênûsên rasteqîne vekirî be , çi li hindirê welêt û çi li derveyî welêt be.
   Û em guhnadin  wan gotegot û daxwazên dijî yekîtiya nivîskaran, ji ber amanca me rajeya çand û toreya Kurdî ye. Helbet, bi awayekî şaristanî ku bersivê ji guhertinên vê qûnaxa hevdem re bide .
  Û her hûn ji me re bimînin alîkar.         
 Hevbenda Nivîskar Û Rojnamevanên Kurd  
Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya
        Qamişlo    1- 3 – 2014
 Helbestvana hêja Şehnaz Şêxê berî deqa daxuyaniya bi zimanê Erebî bixwîne, çend hevokên bedew û bi wate gotin, bi kurtî wê tekez kir ku divê nivîskarên Kurd bi istubariya xwe ya dîrokî rabibin.
Nayê jibîr kirin ko beşdar gelek balkêş bûn, çimkî hemî çalakiyên çandeyî û rêxistinên siyasî, sivîl û jinan amade bûn.
Lê, beşdariya dezgehên ragehandinê bi xurtî xuya bû. Ev yek bûbû cihê kêfxweşiya beşdaran.
Gelek birûskên pîrozbahiyê gihiştin me ji wan: Biroska Partiya Yekîtiya Demoqratî kurd li Sûriyê- Yekîtî- Herêma Qamişlo. Biroskek ji rêxistina Yasa ya lêkolîn û rawêjkariyê.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya
01-03-2014
Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…