Cih: Navenda Osman Sebrî ya çandeya Kurdî.Îro li bajarê Qamişlo rojek giring e ku wê bibe guhertinek dîrokî di jiyana tore û çandeya kurdî de li Sûriyayê.
Di vê roja dîrokî de Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriyê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya yê, hatin ba hev û yekîtiya xwe lidarxistin.
Mamoste Zengî giranî da wan geftûgoyên bi nirx yên ev roja pîroz bûye encan ji wan re.
Helbestvan Ebdulsemed Mehmûd daxuyaniya Yekîtiyê ya bi zimanê Kurdî xwend û ev deqê wê ye:
Daxuyanî
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê
Yekîtiya Nivîskarên Kurd –Sûriya
Li hemberî rewş û nîrên dijwar û hestiyar yên ko gel û herêma me tê re derbas dibe, em wek Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd û Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya. Û bi egera pêwestiyek neteweyî, sincî û mirovanî û wek erkek û stûbariya wijdanî çawa (nivîskar wijdanê gela ne). Û piştî danûstendinên bi ber û giranbiha em yekîtiya xwe lidardixin.
Bêguman, Yekîtiya nivîskarên Kurd pêk tê, ji ber rewşa parçebûna di bizava rewşenbîriya Kurdî de û ji bo rewşa wêje û çandeyî bi pêş ve bibe.
Em tekes dikin ku dergehê Yekîtiyê wê tim li ber pênûsên rasteqîne vekirî be , çi li hindirê welêt û çi li derveyî welêt be.
Û em guhnadin wan gotegot û daxwazên dijî yekîtiya nivîskaran, ji ber amanca me rajeya çand û toreya Kurdî ye. Helbet, bi awayekî şaristanî ku bersivê ji guhertinên vê qûnaxa hevdem re bide .
Û her hûn ji me re bimînin alîkar.
Hevbenda Nivîskar Û Rojnamevanên Kurd
Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya
Qamişlo 1- 3 – 2014
Helbestvana hêja Şehnaz Şêxê berî deqa daxuyaniya bi zimanê Erebî bixwîne, çend hevokên bedew û bi wate gotin, bi kurtî wê tekez kir ku divê nivîskarên Kurd bi istubariya xwe ya dîrokî rabibin.
Nayê jibîr kirin ko beşdar gelek balkêş bûn, çimkî hemî çalakiyên çandeyî û rêxistinên siyasî, sivîl û jinan amade bûn.
Lê, beşdariya dezgehên ragehandinê bi xurtî xuya bû. Ev yek bûbû cihê kêfxweşiya beşdaran.
Gelek birûskên pîrozbahiyê gihiştin me ji wan: Biroska Partiya Yekîtiya Demoqratî kurd li Sûriyê- Yekîtî- Herêma Qamişlo. Biroskek ji rêxistina Yasa ya lêkolîn û rawêjkariyê.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya
01-03-2014
Qamişlo


Şîrove (0)