Nûçenameya kurdwatch

  Girê Sipî: Dîsa pevçûn di nav PYG û yekîneyên islamî

KURDWATCH, 11ê şibata (February) 2014ê – Di 27 û 28ê çileya paşîn û di 2ê şibata 2014ê de li rojavayê bajarê Girê Sipî pveçûn çêbûn di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û herweha yekîneyên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê. Dewleta Islamî destê xwe daniye ser bajarê Girê Sipî, di dema ku YPG çend gundên kurdî li rojavayê bajêr cihê xwe girtiye. Çend kuştî û birîndar hebûn, hejmara deqîq ne diyare.
Qamişlo: Encûmena Niştimanî ya Kurdî partiên Çep dûrdike
KURDWATCH, 9ê şibata (February) 2014ê – Di 2ê şibata 2014ê de Civata Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ew endamên xwe dûrkir, yên ku di Rêvebiriya Demkî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de beşdar bûn. Yên dûrkirî evin: Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê (navê berê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê [Kongir]) ya Mihemed Mûsa Mihemed, Partiya Demokrata Çep a Kurdî li Sûriyê (navê berê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê [komîteya navendî] ya Salih Gedo herweha endamê serbixwe Ekrem Hiso.

Tel Temr: Yekîtî xwenîşandanekê li dar dixe

KURDWATCH, 10ê şibata (February) 2014ê – Di 22ê çileya paşîna 2014ê de çend dest ji alîgirên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê beşdarî kombûnekê bûn li Tel Temrê. Xwenîşanderan daxwaza »federaliyê li Kurdistana Sûriyê« kirin û piştgiriya xwe ji nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di danûstandinên aştiyê de li Cenfê nîşandan.

Qamişlo: Tevgera Ciwanên Kurd xwenîşandanekê li dar dixe

KURDWATCH, 9ê şibata (February) 2014ê – Di 22, 23 û 24ê çileya paşîna 2014ê de Tevgera Ciwanên Kurd xwenîşandan li darxistin li Tirbespiyê, Girkê Legê, Çil Axa, Dêri û Efrîn. Bi sedan alîgirên wê beşdar bûn di kombûnana de û piştgiriya xwe ji nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di danûstandinên aştiyê de yên Cenfê nîşandan û »pejirandina mafên Kurdan li Cenfê« xwestin.

Qamişlo: Ewlekariya Deweletê karkerekî digre

KURDWATCH, 8ê şibata (February) 2014ê – Di 24ê çileya paşîna 2014ê de karmendên Ewlekariya Dewletê Ehmed Mihemed Ebas (jidayikbûn, li Kobaniyê) di otêlekê de li Qamişloyê girtin. Eba li Kurdistana Iraqê kar dikir û li ser rê bû ber bi mal li Kobaniyê. Sedemên girtinê hîn ne diyarin.

Amûdê: PYD çalakvanekî direvîne

KURDWATCH, 4ê şibata (February) 2014ê – 29ê çileya paşîna 2014ê de endamên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Memdûh Mihemed Xelîl (jidayikbûn 1966 li Amûdê, zewicî, şeş zarok) li Amûdê revandin. Xelîl endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar e.

Dêrik: Sê kuştî di pey teqînekê de

KURDWATCH, 4ê şibata (February) 2014ê – 23ê çileya paşîna 2014ê de di pey teqîna erebeyeke bombekirî de sê rêwengî jiyan ji dest dan, kesin din jî birîndar bûn. Sedemên teqînê nediyarin.

Qamişlo: PYD leşkerên zarok tecnîd dike

KURDWATCH, 3ê şibata (February) 2014ê – Di 15e çileya paşîna 2014ê de di çarçoveya binaxkirineke girseyî de ya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), yên ku li Tel Hemîs û Tel Birakê hatî kuştin Delîl Riyad Xelîl (jidayikbûn li Qamişlo) yê panzdehsalî jî hat bingorkirin. Binaxkirina fermî ji aliyê PYD piştrast dike ku YPG zarokên leşker jî tecnîd dike.

Dêrik: Teqîna fîşekan li ser nivîsgeha el-Partî

KURDWATCH, 28ê çileya paşîna (January) 2014ê – Di 21ê çileya paşîna 2014ê de kesên nenas li Dêrikê fîşek li ser nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar teqandin.

Girkê Legê: Nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî hat şewitandin

KURDWATCH, 28ê çileya paşîna (January) 2014ê – Di şeva 23 li ser 24ê çileya paşîna 2014ê de nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Girkê Legê ji aliyê kesên nenas ve hate şewtandin. Komîteya herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî di ragehandinêkê de êrîş şermezarkir.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…