Girê Sipî: Dîsa pevçûn di nav PYG û yekîneyên islamî
KURDWATCH, 9ê şibata (February) 2014ê – Di 2ê şibata 2014ê de Civata Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ew endamên xwe dûrkir, yên ku di Rêvebiriya Demkî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de beşdar bûn. Yên dûrkirî evin: Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê (navê berê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê [Kongir]) ya Mihemed Mûsa Mihemed, Partiya Demokrata Çep a Kurdî li Sûriyê (navê berê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê [komîteya navendî] ya Salih Gedo herweha endamê serbixwe Ekrem Hiso.
Tel Temr: Yekîtî xwenîşandanekê li dar dixe
KURDWATCH, 10ê şibata (February) 2014ê – Di 22ê çileya paşîna 2014ê de çend dest ji alîgirên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê beşdarî kombûnekê bûn li Tel Temrê. Xwenîşanderan daxwaza »federaliyê li Kurdistana Sûriyê« kirin û piştgiriya xwe ji nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di danûstandinên aştiyê de li Cenfê nîşandan.
Qamişlo: Tevgera Ciwanên Kurd xwenîşandanekê li dar dixe
KURDWATCH, 9ê şibata (February) 2014ê – Di 22, 23 û 24ê çileya paşîna 2014ê de Tevgera Ciwanên Kurd xwenîşandan li darxistin li Tirbespiyê, Girkê Legê, Çil Axa, Dêri û Efrîn. Bi sedan alîgirên wê beşdar bûn di kombûnana de û piştgiriya xwe ji nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di danûstandinên aştiyê de yên Cenfê nîşandan û »pejirandina mafên Kurdan li Cenfê« xwestin.
Qamişlo: Ewlekariya Deweletê karkerekî digre
KURDWATCH, 8ê şibata (February) 2014ê – Di 24ê çileya paşîna 2014ê de karmendên Ewlekariya Dewletê Ehmed Mihemed Ebas (jidayikbûn, li Kobaniyê) di otêlekê de li Qamişloyê girtin. Eba li Kurdistana Iraqê kar dikir û li ser rê bû ber bi mal li Kobaniyê. Sedemên girtinê hîn ne diyarin.
Amûdê: PYD çalakvanekî direvîne
KURDWATCH, 4ê şibata (February) 2014ê – 29ê çileya paşîna 2014ê de endamên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Memdûh Mihemed Xelîl (jidayikbûn 1966 li Amûdê, zewicî, şeş zarok) li Amûdê revandin. Xelîl endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar e.
Dêrik: Sê kuştî di pey teqînekê de
KURDWATCH, 4ê şibata (February) 2014ê – 23ê çileya paşîna 2014ê de di pey teqîna erebeyeke bombekirî de sê rêwengî jiyan ji dest dan, kesin din jî birîndar bûn. Sedemên teqînê nediyarin.
Qamişlo: PYD leşkerên zarok tecnîd dike
KURDWATCH, 3ê şibata (February) 2014ê – Di 15e çileya paşîna 2014ê de di çarçoveya binaxkirineke girseyî de ya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), yên ku li Tel Hemîs û Tel Birakê hatî kuştin Delîl Riyad Xelîl (jidayikbûn li Qamişlo) yê panzdehsalî jî hat bingorkirin. Binaxkirina fermî ji aliyê PYD piştrast dike ku YPG zarokên leşker jî tecnîd dike.
Dêrik: Teqîna fîşekan li ser nivîsgeha el-Partî
KURDWATCH, 28ê çileya paşîna (January) 2014ê – Di 21ê çileya paşîna 2014ê de kesên nenas li Dêrikê fîşek li ser nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar teqandin.
Girkê Legê: Nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî hat şewitandin

Şîrove (0)