Şaşiyên min û rastî û bêbextiyên li dîrokê..!!

Mervan Keleş

Ehmedê Husenî, di Malpera Welatê me de, bi daxwiyaniyekê bersiva nivîsa min (Rastiyek ji bo dîrokê.. li ser Kongira H.R.K.R.D…) da. Ez tekez dikim, ku Ehmed ji min bêtir rastî di xalên 1, 2, û 3`yê yên nivîsa xwe de diyar kirine. Di xala 4`an de jî ta radeyekê,  ji min bêtir rastî anîne ziman, lê di vê xalê de bêbextiyek gewr e heye! Ehmed dibêje, ku Mervanê Keleş li kongirên bajarê Sandvîken ne beşdar bû! Bi her hal, ev bêbextî di belgeyên herdû kongiran de derwîn dibe! Ehemed. Ez ne tenê li wan beşdar bûm, lê ez wek cîgir jî, li gel te di komîta amadekar ya Insiyatîfê de hatim hilbijartin.
Heger te hişê xwe winda kiribe? Ew pirsgirêka te ye, lê derewan li dîrokê neke. Belge li ba te bûn!! Ji xwe ew kongir ne berî sed salî bûn. Beşdar tev hîn sax in, û vê rastiyê jî baş dinasin, û dikarin bêjin bê ev gotina te rast e yan bêbextî ye!? Ez di kongirê 1`ê de jî amade bûm, û piştî wî kongirî bi çend rojan min bi nivîsekê di ( Amûdê.com ) de, dev ji Hevgirtinê berda. Vê rastiyê, ez dê ji bextê Helbestvan Selîm Biçûk, hunermend Reşîd Hiso, nivîskar Helîm Yûsif, û tiyatirvan Ibrahîm Mihemed re bihêlim. Ew tev dostên te ne, min ew li Sandvîkin dîtin, û nas kirin.
Pirsek dimîne: gelo çima Ehmed tenê tiştên ku wî xwestiye şirove kirine? Û Çima hin tişt piştguh kirine? Bi wateyek din, çima bi çavekî wir li rastiya dîrokê dinere, rastiyê vedişêre û qala derewan dike.
Piştî vê daxuyaniyê, ez dê bersiva ti nivîsên Ehmed nedim, ji ber naxwazim dîroka gemmarî ya Bavê Qeşmerok vegere!!!!!

Derewa mezin ew bû ku Ehmedê Huseynî ji bo çavên dîrokê yên reş, derew li me hemiyan kir, em hemû ji bo wê hêviya zelal çûn Swêdê, daku rêxistineke kurdewarî ji bo hemû kurdan damezirînin, lê me nizanîbû ku pilanên Ehmed ên keysebazî li pey hebûn. Encama keysebaziyê di kongreya 4an de teqiya û bêhn pê ket.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…