Bêkes Têllo
lava
Xwina xwe dikim helbest
Peyv bi peyv …..diherîkînim
Peyv bi peyv …..diherîkînim
Bo navê te ser dil nîgarkim
Têkevim konê dilê te
Ta kefenê min bê
Pay deryan û stêrkan ketim
Li pay ava baranê
Digeriyam li behna tê.
Nav tîrêjên roke
Li sîka te digerim
Bi tere ….momîka min
Jibîr dikim ez jihan
Sûndixûm ji tere
Jiyanê tevî hej tekim.
Hey qamişloka min
Berî nebedîbûna kenê dilê min
Bi dû rojan,ramûsa xwe
Morkir li pêşeroja min.
Hey Qamişloka min,
Li min vegerîne…kena min.,
Li ber dîwar ma gûla min.
Tû ci bikî …dil nagrim,
Li te dibihûrînim,
Nikarim te bûgherînim
Nikarim ji te dil bibînim
Hey Qamişloka min….li min vegerine
Kena dile min.
Bajar ser deste barane razaye
Gelo nêzîk roj hel be….disa tu naye?
Rojek din ez li hevya teme
şevek din dixwazî min bikûjî?
Hey felek…hey esha jine
Ji min nedize
Zaroktiya bajare min…silav ji zarokên û dînen wê re,
Silav bo kec , kevrên û toza we re.
Ta kefenê min bê
Pay deryan û stêrkan ketim
Li pay ava baranê
Digeriyam li behna tê.
Nav tîrêjên roke
Li sîka te digerim
Bi tere ….momîka min
Jibîr dikim ez jihan
Sûndixûm ji tere
Jiyanê tevî hej tekim.
Hey qamişloka min
Berî nebedîbûna kenê dilê min
Bi dû rojan,ramûsa xwe
Morkir li pêşeroja min.
Hey Qamişloka min,
Li min vegerîne…kena min.,
Li ber dîwar ma gûla min.
Tû ci bikî …dil nagrim,
Li te dibihûrînim,
Nikarim te bûgherînim
Nikarim ji te dil bibînim
Hey Qamişloka min….li min vegerine
Kena dile min.
Bajar ser deste barane razaye
Gelo nêzîk roj hel be….disa tu naye?
Rojek din ez li hevya teme
şevek din dixwazî min bikûjî?
Hey felek…hey esha jine
Ji min nedize
Zaroktiya bajare min…silav ji zarokên û dînen wê re,
Silav bo kec , kevrên û toza we re.