BAZDANA JI XWE RE

Berzan Şêxmûs

Diyare ku encam û berhemên keda rast serkeftin û bicîkirna berjewendiyên mirovin . .
Îro piştî derbasbûna du sal û nîvan ji temenê şoreşa azadî û rûmetê. weke miletê kurd me çi  bi destxistiye û me çi berjewndiyên miletê xwe pêk aniye ?

Gelo me ev pirs ji xwe kiriye ?
ta îro ji bilî nakokî û pirkirna piresgirêkan  me nekiriye ji ber ku desthilatên herêmî em xistine bin berjewndiyên xwe û em ketine xem û ramanan de wê kî bibe desthelat di welatê me de, herkes dibîne ku kes ji bilî wî çênabe bibe desthelt (cemko ew tenê hişmende, rewşenbîre, welt parêze û tu kes wek wê tuneye), karê xwe dike li ser şopa ku xelkê jê re nîgar kiriye .
tu caran  raman nake gelo wê bi be desthelat li ser çi û ka welatê ku wê bi be fermandarê wê .
di xewnan de ye nabîne ku roj bi roj milet tevde bar dike û tu kar di avakirna welatê xwe de ne kiriye , tenê be nakokiyan daketiye , nakokiyên ku dijmin jê sûd dike .
 ev tîne bîra mirov vê serpêhatiya ku dibêje. carekê tajîkî ji keroşkê  re got nigê min ji nigê te dirêjtirin û gewdê min ji gewdê te xurt tire lê tevî wilo ez nikarim te bigrim , keroşkê jê re got ez ji xwe re bazdidm  û tu ji xelkê re bazdide .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…