Alice Munro hilgira xelata Nobel

Tengezar Marînî

Dibe ku hinekî bi xwendevana  ev çîrok seyr were.

Di salên 2002-2007, aboniya min ya kovara toreyê ya Elmanî “Die Horn” hebû.. Hijmarek ji wan, di nav wan salan de,  li ser toreya Kenedî  bû. Di wê hijmarê de, navê çend nivîskarên kenedî û berhemên wan tê de hatibûn belavkirin, mîna: Linda Aksomitis (1951), Charlotte Vale Allen (Pseud. Katherine Marlowe) (* 1941), David Arnason (* 1940), Sidney Allinson, George Amabile (* 1936), Rod Anderson, Hubert Aquin (1929–1977),  Alice Munro û hineke din.
Piştî min hinek çîrokên wê, Dar, gelek bextewerî û Dêmenziyon xwendin, gelekî li xweshiya min hat û min bizav kir, ku pirtûkên wê bi dest xwe bixim, lê mixabin min peyda nekirin, heya 2010, ko komek ji kurteçîrokên Emerîka bakur, di nav pirtûkeke mezin de ji min re hevalekî rêkir. Di wê pirtûkê de, çîrokeke nivîskara kenedî Alice Munro bi nave Trick”Xapandin” tê de hebû. Dubare, di gel ku bi ingilîzî bû jî, lê dubare li xweşiya min hat û nave wê di hişê min de hate parastin. Îsal 2013an, bi seredanekê heyva 7an li Hamburg, li westegeha bajêr bûm, derbasî  dukana firotina pirtûkan bûm û min çavên xwe digerand û dixwest demê winda bikim, ta ku şemendefera min bê. Li derbasbûnê, navê Alice Munro, li ser qapekî sor yê pirtûkekê li ber çavên min ket.
Bêtax û paşî, min rahêjte pirtûkê û bire ber kasê.
Ji ber hindek pirtûkên din bo xwendinê hîn li ber min hebûn, min ev pirtûk hişt ta berya 3 rojan. Pirtûka bi navê “Zu Viel Glück= gelek ji bexteweriyê(xweshiyê)”, ku ji 11 çîrokan pêk tê, min dixwend û hîn jî dixwênim. Îro ez diçûme ser karê xwe û pirtûk dixwend. Li vegerê, li dor saet 1 piştî nîvro bû. Mirovekî li hemberî min rûnishtibû, ji nishka ve, gote min te ev pirtûk niha kirî? Min got na, eve 2,3, heyv in min kiriye. Xêr e, te ew xwendiye? Bersiva wî nebû û tiliya xwe bi rojnameya tiramê ya elektronik ve kir û got bixwêne… Nivîskara Kenedî Alice  Munro hilgira xelata Nobel ya toreyê ya îsal e, berdevkê komîta Jurî  Peter Englund, bi navê akadîmiya swêdî, ev agahî da. Bi wergirtina Alice Munro ji xelata Nobel re, dubare teqez dibe, ku çi zayendê edebiyatê be, bila bibe, ku bikaribe asteya hunerî û ciwaniyê bilind bike û kartêkirinê bike, dê bête xelatkirin. Wate dem ne ya romanê ye, belê ya her zayendekî  payebilind e.

Alice  Munro kî ye?

Berahîka ez bihêm li ser jiyan û berhemên wê binivîsim, dixwazim  peyva Peter Englund, berdevkê akadimiya Swêdî ya xelata Nobel bo we xwendevanan wergerênim: „ Wê( A.M), ev durvê taybet (kurteçîrok“ berbi kemalbûnê ve bir“.  Munro, nivîskara kurteçîrokê, li welatê xwe, Keneda, USA û Berîtaniya jî, ya herî berniyas e.
Munro di 10.07, sala 1931, li Wingham, li Ontario hatiye dinê. Di bin nîr û mercên zor de mezin û perwerde bû.Dayika wê mamoste bû û bavê wî rêncberê roviyan bû. Munro, li zanîngeha Ontario Rojnamevanî û ingilîstîk xwend, lê bi dawî neanî. Di sala 1951 ve zewicî û li Victoria, kolumbia birîtanî pirtûkxaneyek vekirin. Wê ji biçûkaniya xwe ve, di sala 1950, çîrok dinivîsîn. Pirtûka wê ya yekem, di sala 1968an de bi navê Dance of the Happy Shades= semaya di bin sîbera bextewer de. Bi vê berhema xwe bi nav û deng bû. Di pey re, li sala 1971, çîroka xwe ya bi navê Lives of Girls and Women=  ji qîz û jinê, ku sala 1983an kire roman. Rexnegirên toreyê, ev roman wek romana fêrkirinê li qelem dan. Ji ber hezkirina wê û zîrekiya wê ji kurteçîrokê re, wê berawirdî Anton Tschechow dikin.

Zarokên wê: Sheila Munro, Catherine Munro, Jenny Munro, Andrea Munro
Mêr ên wê: James Munro (ji sala. 1951–1972)
Gerald Fremlin (ji sala. 1976–2013) 
Berhemên wê bi zimanê original(ingilîzî)

·         Dance of the Happy Shades and Other Stories. – Toronto : Ryerson, 1968
·         Lives of Girls and Women. – Toronto : McGraw-Hill Ryerson, 1971
·         Something I””””””””ve Been Meaning to Tell You : Thirteen Stories. – Toronto : McGraw-Hill Ryerson, 1974
·         Who Do You Think You Are? : Stories. – Toronto : Macmillan of Canada, 1978. – Note: also published as The Beggar Maid : Stories of Flo and Rose. – New York : Knopf, 1979
·         The Moons of Jupiter : Stories. – Toronto : Macmillan of Canada, 1982
·         The Progress of Love. – Toronto : McClelland and Stewart, 1986
·         Friend of My Youth : Stories. – Toronto : McClelland and Stewart, 1990
·         Open Secrets : Stories. – Toronto : McClelland and Stewart, 1994
·         The Love of a Good Woman : Stories. – Toronto : McClelland and Stewart, 1998
·         Queenie : A Story. – London : Profile Books/London Review of Books, 1999
·         Hateship, Friendship, Courtship, Loveship, Marriage : Stories. – Toronto : McClelland and Stewart, 2001
·         Runaway : Stories. – Toronto : McClelland and Stewart, 2004
·         The View from Castle Rock : Stories. – Toronto : McClelland and Stewart, 2006
·         Away from Her. – New York : Vintage, 2007. – Note: contains the short story “The Bear Came Over The Mountain” which was later made into the motion picture Away from her
·         Too Much Happiness : Stories. – Toronto : McClelland and Stewart, 2009
·         Dear Life : Stories. – Toronto : McClelland and Stewart, 2012

Ji berhemên wê 2 fîlm hatine çêkirin:
·         1994: (Lives of girls and women) Dayik û keç
·         2006:  (Away From Her)–  li kêleka wê, li ser bingeha çîroka wê ya bi navê “Bear Came Over the Mountain“
Xelatên wergirtî:
1.   Governor General’s Award for Fiction
·         1968 ji bo Dance of Happy Shades
·         1978 ji bo Who do you think you are
·         1986 ji bo The Progress of Love
2.   Trillium Book Award
·         1990 ji bo Friend of My Youth
·         1998 für The Love of a Good Woman
3.   Order of Ontario (1994)
4.   Giller Prize
·         1998 ji bo The Love of a Good Woman
·         2004 ji bo Runaway
5.   National Book Critics Circle Award for Fiction (1998) ji bo The Love of a Good Woman
6.   Man-Booker ji bo internationale Literatur (2009)
7.   Xelata siwara huner û edebiyatê (2010)
8.   Xelata Nobel ya edebiyatê (2013)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…