Arjen Arî; Salek Wefadarî û Pirtûka Wî a Nû (Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî)

Konê Reş

Arjen Arî; biharek rengîn bû, di payîzek kurt de winda bû.. Arjen Arî, xweş tov di beyarên welatê me de reşand.. Xweş berhem nivîsandin, xweş ziman ji talanên neyaran parastû salek derbas bû.. Û salek derbas bû, çavên me li hêviya hatina wî qerimîn û lê geriyan..! Ta ku em rastî (Ramûsana wî a li geliyekî veşartî), hatin.

Di van rojên dawiyê de çapa duyem ji dîwana helbestvanê me yê zindî Arjen Arî a bi navê (Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî), ketiye ber destê xwendevanên zimanê kurdî de.
 Ev çapa nû li Londonê, ji rex weşanxaneya AZAD ve hatiye çap û belavkirin. Edîtora weşanxaneyê nivêskara Kurd Eslîxan Yildirim pêşgotinek bedew û bi nirx jêre daniya û her wiha kurtiyek ji jinenîgariya wî aniya ziman.

 

Arjen Arî; hevalê min bû.. Em hogirî hev bibûn.. Çend carekî em bi hev û din re beşdarî festîvalên rewşenbîrî li bakur û başûrî welatê birîndar bibûn.. Em bi hev re çûn geliyê Laliş, me Lalişa nûranî tewaf kir û em bi hev re bûn Hecî..
Me bi hev re sikak û kolanên Qamişlo û Amedê pîvan.. û em bi hev re çûn serdana gora Fayiq Bucaq û seydayê Cegerxwîn û me dengê xwe tevî dengê Cegerxwîn kir û got:

Min ji bo we gelek tişt
Min dîwan û hin nivişt
Gol ji avê bûye mişt
Ez nizanim çi bêjim
Heta dil ranewestî
Ez nabêjim bi sistî
Kêr gihaye ser hestî
Ez nizanim çi bêjim..
Ez jî di vê derbarê de nizanim çi bibêjim, hema ji van gotinên rehmetî Arjen Arî çetir nabînim, dema gazî quling û koçerê dike:
Qulingo!
Qulingê baskşikestî ye dilê min
Ji bin milê çepê birîn-xedar!
Evdalo, kê li me neda tivingê?
Ne ez têr geriyam, ne te têr ax xwar..

Koçerê!
Bi te re koçer bûma!
Bi te re têr bûma, birçî bûma
Girtî bûma, kuştî bûma…
Li van axan, koçerê lêêê
Bela ne penaber bûma!
Ez ji dil û can vê dîwana heval û hogirê xwe Arjen arî li xwendevanên zimanê Kurdî pîroz dikim û spasiyek gerim bo nivîskara Kurd Eslîxan Yildirim ku wê ev berhema biha xiste ber destê xwendevanan.. Û qet ne di wê baweriyê de me ku Arjen miriye.. Arjen bi berhem û gotinên xwe her dem bi me re dijî.. Arjen zindiye.. zindiye.. Yezdanê mezin wê bi dilovaniya xwe şad bike û cihê wî bihişta rengîn be.

Konê Reş

Qamişlo, 10.10.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…