Bajarê Qamişlo PENa Kurd Himbêz dike

Berzo Mehmûd

Di vê dema ku welatê Sûriya di kirîzeke dijwar de dibûrê, xwîn li kolana diherikê, şer li hemû aliyan pêketiye, kuştî û şehîd li her derî dikevin, di vî wextê ku dever û nevçeyên Kurdan jî ketiye ber êrîşên çete û reşkuj û şofînistên çekdar de, şandeke birûmet ji Pena Kurda navnetewî, ku pêkhatiye ji serokê Pena Kurd, kak Şêxmûs Sefer, û cêgirê wî, xûşka me Bêrîvan Doskî, û kak Omer Fîdan berpirsê govara /W/ li Amedê, cara yekem e, ku têne seredana bajarê Qamişlo, rêkeftî 29.9.2013.
Em wek nivîserên bajarê Qamişlo bixêrhatineke gerim didine van mêvanên hêja, û em gelek kêfxweş in bi hatina wan li nav me, ku ji me re bû navtêdanek û handerek bo em pênûsa xwe çalaktir bikin jibo bergiriya welatê xwe.
Şandeke Pena Kurd di hatina xwe de li Qamişlo seredana gora şehîdên Roava, helbestvanê mezin Cegerxwîn û xebatkar Osman Sebrî û hunermend Mehemed Şêxo kirin, herweha seredana saziya zimanê Kurdî û çend baregayên civaka şaristanî kirin, ku nuwênerê Penê li Qamişlo, Konê Reş, bi wan re bû. Jibilî van çalakiyên roja pêşîn, hevdîtinek bi nivîserên Kurdê Qamişlo re hate sazkirin. Seredana penê di vê dema tengav de wê yekê didê xuyakirin ku endamên vê şandê bi giyanekî kurdperwerî û welatparêzî berê xwe dane roava, bo ku hem rewşa Kurdên Roava ji nêzîk ve bibînin, hem jî piştgiriya me bikin jibo bilindkirina hêvî û awatên me. Helbet em jî ji aliyê xwe ve gav wan pîroz dibînin, û hestê wan yê mirovperwer û kurdperwer bi rêzgirtin û birûmet dinerxînin.
Me jî du rojên xweş bi şanda Penê re bûrandin, em bihêvî ne ku saziyên Kurdistanî ji hemî parçeyên Kurdistanê bidin ser riya Penê û werin seredana Rojava. Em wek nivîserên serbixwe li roava, ku tevlî ti partiyên siyasî nebûne, ûmêdewar in ku hêzên siyasiyên Kurd li Sûriyê ji dilekî rast û bi baweriyeke xurt, dûr ji acendên partayetî û kesayetî,  berê xwe bidine yekîtiya armancê ku ew jî pêkanîna mafê gelê Kurd e li Sûriyê.  
Ji alîkî dî ve, hersê mêvan, Sefer û Doskî û Fidan, bi amadebûna nuwênerê Penê, yê şaxê Qamişlo, Konê Reş, hevdîtinek ligel nivîserên Qamişlo li darxistin, û girûpek ji nivîser û rojnamevanan têde beşdar bûn. Di vê hevdîtinê de herçar endaman roniyek avêtine çend xalan, ku ew jî ev in:
1. Endamên Penê  roniyeke kurt avêtine ser dîroka Penê, wek dezgeheke navnetewî,
2. û pênase û erkên wê dane xuyakirin ku peyva pen ji sê tîpan pêk tê, her tîpek di despêka peyveke wêjeyî de hatiye ku ew jî bi vî awayî ye:
P:  poets,  helbestvan,  
e:  essayist, gotarnivîs,
n:  novels,  romannivîs û çîroknivîs.
Hersê tîp  /p e n/pevre dibin (pen), ku ev peyv di Ingilîzî de beramberî (pênûs) tê.
3. Pen ji çar komîteyan pêktê, yek jê bo ziman e, ya dîtir jî bo aştiyê ye, û ya sêya bo bergiriyê li mafê nivîseran bikê di darûberên zîndakirinê de yan dema pêşêlkirina mafê nivîser ji aliyê deselatê ve.
4. Herweha, rageyandin ku her nivîserê bixwazê bibê yek ji endamên Penê, divê di riya nuwênerê Penê re xwe berbiijêr bikê ku ew jî hevalê me Konê Reş e li bajarê Qamişlo.  Ev jî bi riya dagirtina formekê wek daxwazname  bi agahiyên kesane yê daxwazker
5. Mercên berbijêrkirina nivîseran ta ku bibê endamê Penê evin:
A) ku nivîserê berbijêr berî her tiştî du berhemên wî wek pertûk bi zimanê Kurdî pêşkêş bikê.
B) Ya dîtir jî pêwîst e navûdengê daxwazker bi başî û kurdperwerî hatibê belavkirin.
C) Mercê sêyem abone salane ye, ku ew jî bo nivîserên Kurdê Rojava 30 yoro ye, bigihê destê nuwênerê Penê, Konê Reş, li Qamişlo. Abone bo nivîserên Kurdên Ewrupa 60 yoro ye.
02.10.2o13

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…