Bi vê bûneya pîroz de, pêwîst e em hemî çalakîyên partiyên Kurd, rewşenbîr, niştimanperwerên Kurd, her wisa jî helwestên rêxistinên navnetewî, gelek partî, kesayetiyên Ereb li Sûriyê û li dervayê welêt di azadiya têkoşer, sekretêrê P Y D K de pir giranbuha binerxînin û em serê xwe li ber têkoşînên wan ji bo azadiya peyvê, serbestiya gelan, parastina mafên mirovan ditewînin û ji hemûyan re dibêjin, azadîbûna sekretêrê P Y D K li me pîroz be .
Lê divê em dîsan jibîr nekin jî, ku bi sedan kurdperwer, siyasetmedarên Kurd û dêmokratîxwazên Ereb hîn di zîndanên destlata Sûriyê de jiyanên xwe bi setemkarî û jan têper dikin. Em lava û hêvî dikin ku têkoşînên azadî û dêmokratîxwazên kurdistanî, cîhanî ji bo goristankirina peyvên mîna “şoven”, “dîktetur”, “bindest” û bilindkirina ala azadiyê berdewam bibin. Herweha jî dilxweşbûna gelên Sûriyê û hêzên dêmokratîxwaz bi serbestbûna hemû girtiyên siyasî, dê hîn bilindtir bibe .
Her bijî xebatên hevbeş!
Her bijî tevgera gelê Kurd!

Şîrove (0)