Kongire ya damezrandina sendîke ya rojnemevanên Kurdistan – Sûriye destpêkir

Li hewlêrê paytexta hrêma Kurdistan, roja çarşemê rêkeftî 18/9/2013 komîtey  amadekar bi sirûda ( ey reqîb ) destpêkir, bi amadebûna nûnerê serokê hukometa herêma Kurdistan zîrek kemal

. Gotina komîta amadekar ji layê mamoste: Muhemed Hesko ve hate xwendin.  di gotina xwede diyarkir, sedem û pêwîstiya sendîkeya rojnemevanî li rojavayî kurdistanê.
Paşê nûnerê serok wezîr bi navê hukometa kurdistanê gotinek pêşkêşkir û tekezkir ko bi
Piştî bênvedanekê honermendê bi nav û deng Muhemed Ezîz şakir qevdek ji stranên xwe pêşkêş kir.
paşê wezîrê rewşenbîrî û Gênc û lawan : Kawa Mehmod gotinek pêşkêş kir, herweha diyarkir ko pêwîste kesê rojnemevan nêzî kul ê derdên miletê xwe bê, êş û azaran bide nasîn.
Li danê piştî nîvro, komîteya amadekar pêşwazî li serokê sendikeya rojnemevanên herêma kurdistanê kir. Cenabê serokê sendîkayê: Hakim Azad pênasînek li ser rojnememevaniyê da zanîn, û bi germî pîrozbahî kir. Her wesa tekez kir li ser giringiya kongir jibo sendîkeya kurdî bibe beşek ji sendîkeya navnetewî û mafê rojnemavanan biparêze. Berêz azad got: ez daxwaza serkeftinê ji karê were dixwazim .Dore komîta amadekar derfet da  helbijartinên komîta rêvebir ko şeş kesan hilbijêrin. Piştî dengdanê, kesên li ser ketîn evbûn: Emer Koçerî, Welat Bekir, Siwar Ehmed, Bihar Qasim, Ferhad Hemo û Rengîn Şero.
Paşê guft û go li ser naveroka reşbera navxo hate kirin. Hîjayî gotinî ye ko kongir îro rêkeftî 19/9/2013 de were tewaw kirin.
Reşad  Şeref – Hewlêr.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…