Bang boyî kongireyê nivîskaran

Qado Şêrîn

Ji roja ku guftûgo li ser kongirê nivîskar û rojnamevanan tê gerandin, û ka bila kînga li dar keve yan na, dîtin û pêşniyara min nehatiye guhertin, her ji roja pêşî ve pêniyara min ew e ku bimîne piştî rûxandina rêjîmê, ji ber du sedemên bingehîn:
1-daku hemû nivîskar û rojnamevan bikaribin lê amade bibin, û bihane ji kesî re nemînin.

2-hîna rêjîm li Qamişlo heye, û çi kongirê di bin sîwana rêjîma Beşar a kujer û nerewa de li dar keve, ne rewa ye.
Wê kongir bi çi rûyî li dar keve, û rojane 5-6 hezar kes ji herêma me koçber dibin, jixwe li dar xistina kongir di van rojan de tê wateya aramiya herêmê, û ev qet ne rast û durust e. Her wiha nivîskarên ji herêma koban û Efrînê jî wê nikaribin bi hesanî amade bibin.
Gelek nivîskar jî koçber bûne, li gor agahiyên me li dora 70-80% ji nivîskaran koçber bûne û ne amade ne di van rojan de vegerin Qamişlo û li kongiran amade bibin, helbet ewê di van kawdanên dijwar de nikaribin amade bibin, êdî heçê dixwaze berî rûxandina rêjîmê kongiran li dar xîne, xêrê ji nivîskaran re naxwaze, her wiha yekîtiya nivîskaran têk dibe û hewla têk birina kongirekî serkeftî li paşerojê dike.
Heçê dixwaze kongir di van rojan de li dar keve, bêşek dizane wê kesek ji wî û çendên mîna wî amade nebin, daku hin berjewendiyên xwe yên kesane pêk bînin û navê xwe li rûpela dîroka qelp binvîsin.
Diyar e ew kesên ku teng difikirin, û tenê li nav û dengê xwe digerin, di bin asteng li ber saz kirina kongir, bila ew kes etmosferekî zelal û xweşik di nav hemû aliyan de ava bikin, daku kongir di rewşek aram de li dar keve û encamên baş bide, baştire ku sibe eşkere bibe bê çiqasî qaşo ew nivîskar keysebaz û kurmê darê ne.
Zelal û vekirî dibêjim ku ez li dijî damezirandina şaxik û hevgirtinên bajar û bajarokan bûm, ana û piştî ew şax û hevgirtin hatin çesipandin, ji wan hêvî û rica dikim ku bibin alîkar ji bo saz kirina kongireyekî yekane serkeftî û nebin asteng.
Ji me hemiyan tê xwestin ku bi erkê xwe yên netewî û dîrokî rabin, û xwe wek berpirsyar di ber yekkirina nivîskaran de nîşan bidin. Ji me hemiyan tê xwestin ku bi berpirsiyarî yek dezgehê ji bo nivîskaran damezirînin daku lanet li me hemiyan neyê barandin. Jixwe li dawî wê eşkere bibe kê xêr dixwest û kê nedixwest û kê ji bo berjewendiyên xwe yên teng û bi gemar dikir.
Li dawî, bila kongireyekî serkeftî ji henû nivîskar û şax û hevgirtinên heyî piştî rûxandina rêjîmê saz bibe, û soz didim we ku ezê doza tiştekî li we nekim, bila ez ne di komîtên birêvebir de bim, bila ez ne sernivîserê rojnama “Pênûsa Nû“ bim(rojnama Hevgirtina Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî {H.N.R.K.S}, bila ez ne di komîta birêvebir a derve de bim, tenê ezê wê wextê xulamtiya we û xizmeta biryarên kongir bikim û dest û çavên we ramûsim.
19/08/2013
Qado Şêrîn

Endamê komîta birêvebir û sernivîserê rojnama “Pênûsa Nû“ ya {H.N.R.K.S}

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…