Konê Reş
Min gelek wêneyên festîvala mîr Celadet Bedirxan a ku di rojên 25 û 26ê meha 6an de li Duhokê pêkhat ji we re belavkirin, belê bi min xweş e ku gotina xwe jî ji we re bînim ziman; min çi di wê festîvalê de xwend û got, Fermo gotina min bixwînin:
Mîr Celadet Alî Bedirxan Di Navbera Polîtîk û Rojnamevaniyê de
Mîr Celadet Alî Bedirxan, ev lehengê kurd, yê ku tev jiyana xwe li ser du eniyên şer, di ber mafê gelê xwe de xerc kiriye; di destpêkê de, bi siyasetê mijûl bûye û hêza xwe di şerê polîtîkî de mizaxtiye, paşê û piştî ku tev derfetên polîtîkî û şoreşgerî li ba hatine girtin, berê xwe daye eniya rewşenbîrî û rojnamevaniyê û tev jiyana xwe jê re terxan kiriye.
Werin em ê bi hev re, li ser van herdu eniyên bingehîn di jiyana Mîr Celadet de rawestim. Tevî ku herdu mijar hêjane lêkolînên dûr û dirêj.
1 – Eniya polîtîkî:

Bêguman Mîr Celadet Alî Bedrirxan di destpêka jiyana xwe de pîş bi siyasetê kiriye û pê mijûl bûye. Siyaset ji yekî wek wî re, her tişt bû, wek nan, av û hewayê bû, ji ber ku ew mala tê de hate xwedîkirin û mezin bû, dibistanek azadîxwazên kurdayetiyê bû…
Di wî heyamî de, bavê wî “Emîn Alî Bedirxan” ji siyasiyên Kurdan yên herî sereke û berz bû li Stenbolê. Hem jî ji berpirsiyarên Kurdan yên herî jîr û zîrek bû. Mirov dikare bêje ku piştî koçkirina dawî ya “Mîr Bedirxanê Azîzî” di sala 1868an de li Şamê, barê malbata Bedirxaniyan a giran, ket ser milên kurê wî Emîn Elî, bavê Celadet Bedirxan de..
Vêca ne tenê Emîn Alî xwe wek berpirsiyarê malbata Bedirxaniyan didît, belê pê re jî dihat naskirin wek berpirsiyarê Kurdan. Û bi rast wilo bû, her ew bi dûv doza gelê xwe de dibeziya…
Ji encamên berxwedan û têkoşîna wî, dostanî bi rekeberên Sultan Ebdulhemîd re danî, ewên ku di sala 1898an de komela “Hevgirtin û Pêşketina Tirkan” sazkiribûn. Ew hevgirtin ji çar kesên jîr û zîrek ku ew komele damezirandibûn pêk dihat, didu ji wan kurd bûn û herdû jî, dostên herî nêzîk yê Emîn Alî bûn, yek ji wan Dr. Abdella Cewadet bû û yê din Ishaa Sikûtî bû. Mirov dikare bêje ku dor 10 salan Kurd û Tirkan bi hev re xebat kirine, ango ta sala 1908an. Di vê salê de, Tirkên Ciwan di holê de hatine xuyakirin û Sultan A. Hemîd neçar bûye ku pêş bi destûrê sala1876´an bike, ango “Huriyet, Edalet û Misawat ” ..
Piştî berdestkirina vî destûrî, rê li ber Kurdan jî hatiye vekirin, ku kurd jî bi rengekî berfireh doza mafê xwe bikin û di ber de xwe biwestînin.
Hingê temenê mîr Celadet 15 sal bûn, mîr Celadet di wê biçûkaniyê de li kêleka bav, ap, bira û pismamên xwe sekinîye û gelek welatparêzên Kurdan yên mayîn û bi wan re beşdarî avakirin û sazkirina piraniya komeleyên kurdî li Stenbolê bûye, ango ji sala 1908 ta 1922an. Wek ku min got, mîr Celadet Bedirxan di dibistana bavê xwe Emîn Alî de hatiye xwedîkirin û bi giyanekî kurdperwerî mezin bûye. Ew bavê ku zarokên xwe di dibistanên herî bilind de li Stenbolê bi xwendin û zanîn didan û di warekî kurdheziyê de perwerde dikirin, û her dem û gav ev gotina bavê xwe “Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802-1868” di guhê zarokên xwe de digot:
“… Ez ditirsim ko hûn di nav Tirkan de zimanê Botan jibîr bikin. Yê ko zimanê xwe jibîr bike, ne kurê min e..“
Mîr Celadet jî, wek bavê xwe Emîn Alî û bapîrê xwe mîr Bedirxan Botî, ji çaxê ku bîrewer bûye, dest bi siyasetê kiriye û pê mijûl bûye û weha bi refên welatparêzên Kurdan re firiyaye…
Di sala 1908an de, piştî ko Sultan A. Hemîd piş bi destûr kiriye, netewên Impratoriya Osmanî bi hêvî bûne ku her netewek di ber mafê welatiyên xwe de kar û xebatê bike, û weha rêk li ber Kurdan jî hatiye vekirin û rewşenbîrên Kurdan jî kêmayî nekirine.
Wan jî wek rewşenbîrên miletê din xwe di ber mafê gelê xwe de westandine û gelekî li ber xwe dane. Di serê wan rewşenbîran de malbata Bedirxaniyan bû û ji vê malbatê yê sereke Emîn Alî Bedirxan bû.
Ji hingê ve, mîr Celadet bi bav, ap, bira, pismam û gelekên din ji welatparêz û evîndarên kurdayetiyê re sekiniye û bi wan re beşdarî avakirin û sazkirina piraniya komele û saziyên ko li Stenbolê hatine damezirandin bûye, wek:
Komela teawin we tereqî kurdî, Komela kurdî ji bo belavkirina zanînê, Komela tealî Kurdistan.
Di sala 1919an de, ew û birayê xwe Kamîran Bedirxan û Ekremê Cemîl Paşa û Fayia Tewfîq (Pîremêrd) ji Silêmaniyê digel mêcer Newêl yê ingilîzî li ser daxwaza “Komela tealî Kurdistan” bi gerekê di Kurdistana bakur de geryane, da ku Ingilîz daxwazên Kurdan nas bikin, berî ku peymana “Sîverê: 1920” di navbera hevalbendan û dewleta Osmanî de bê morkirin…
Di sala 1922an de, lebatekî veşartî bû di “Komela Azadî” de, ew komela ku li Erzeromê, di bin serokatiya Xalid begê Cebrî û Yûsiv Ziya Beg de hatibû damezirandin.
Di salên xwendinê de li Elmaniya, pêwendiyên wî bi Adolf Hitler û hevalên wî re çêbûye, ta ku di dawiya sala1924an de, piştî ku Hitler ji zindanê hatiye der, daneyeke ji pirtûka xwe ya bi navê “Berxwedana min” bi diyarî pêşkêşî mîr Celadet Bedirxan kiriye.
Di sala 1927an de, ew yekî sereke bû ji hîmdarên avakirina komela “Xoybûnê” li Beyrûtê.
Di sala 1931ê de, di bin ra û tevdira wî de “Civaka arîkariyê ji bona Kurdên belengaz li Cezîrê” hatiye danîn. Di gel ku di sala 1919an de li kêleka mamê xwe Xelîl Ramî Bedirxan, yê ku wê hingê waliyê Meletyayê bû, sekiniye, di serhildana Meletyayê de..
Di sala 1925an de, ji Elmaniya xwe bi şoreşa Şêx Seîd Pîran ve gihandiye, ew şoreşa ku ji encamên komela “Azadî:1022 ” û Komela Tealî Kurdistan: 1918” pêk hatibû. Lê mixabin, şerkêşên şoreşê, ne di çax û demên wê de destpê kiribûn..
Di salên 1927-1930î de, gelek kar, bar û xebatên polîtîkî û diplomatî ji bo Komela Xoybûnê û Şoreşa Araratê kirine, ta ku di dawiyê de beşdar jî bûye..
Lê mixabin, piştî têkçûna şoreşê, xwe li Tehranê, li Şah Riza Pehlewî girtiye. Lê Şah tu hêvî nekirine destê wî de. Vêca mîr Celadet maye wek penaberekî polîtîkî di navbera Îran, Iraq, Libnan û Sûriyê de.. Û dawî hikûmeta firansî ya ko desthilat bû, ew kirine bin rûniştina zorê de li Şamê, digel geleke welatparêzên Kurdan…
Mirov dikare bibêje, ku ji roja ku mîr Celadet bîrewer bûye û ta sala 1931ê, pîş bi siyasetê û karê dîplomasî kiriye û bi rengekî aktîv pê mijûl bûye. Xwestiye di rêka siyasetê û şerê çekdarî de, mafê gelê xwe yê windayî pêk bîne.. Lê sed mixabin, piştî gelek hewldan, bizav û çalakiyên bixwîn, sirgûn û mişextiya welatên dûr, xerîb û koçkirina dawî a bav, ap, bira, pismam, dost û hevalên kurdayetiyê, di sirgûn û zîvaziyan de û nemaze piştî têkçûna şoreşa Araratê, ya ku hêviyên wî gelekî pê mezin bûn.. Mîr Celadet carek din serê xincera xwe sûtiye, kiriye pênûseke zêrîn û bi wê pênûsê bi rondikên çavên Kurdan kul, êş û janên gelê xwe nivîsandiye û weha eniya siyasetê li paş xwe hiştiye û berê xwe daye eniya ziman, çand û rewşenbîriya kurdî ya giştî û di roja 15 gulana 1932an de kovara HAWARê, bi tîpên latînî weşandiye, ew tîpên ku wî ji zimanê kurdî bijartibûn, piştî xebatekê ku 13 salan pê re dûm kir.

2. Eniya rojnamevanî:
Wek ku me got, mîr Celadet Alî Bedirxan di destpêka jiyana xwe de pîş bi siyasetê kiriye û digel re jî hewldaye ku turikê xwe ji rewşenbîriya giştî dagire. Wî, ev herdu bar bi hev re hilgirtine û şopandine. Jixwe siyaset bê rewşenbîrî û rewşenbîrî bê siyaset tekûz nabe, ango hûnandinek hûr di navbera herdiwan de heye.
Mîr Celadet Bedirxan, di biçûkaniya xwe de fêrî gelek zimanên biyanî bûye û bi wan zimanan serwextî çand, ferheng û rewşenbîriya gelek miletan bûye, digel ku zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wî bû. Û di sala 1909an de, li ber destê Mewlana Zade Rifet Efendî, xwediyê rojnameya “Serbestî” li Stenbolê, fêrî kar û barên rojnamevaniyê bûye. Li ser vê yekê mêzekin, bê ew bi xwe di romana “Bîra Qederê” de çi dibêje:
“..Şerekî nû destpêkiribû. Min kar, şixûl, mal, dezgeh, pêwendî, hedef û armanc diviyan. Minê çi bikira? Berê xwe bida ku?
Kurdan gotibûn: Teyr başe bi refê xwe re. Ezê bibûma hevalê kîjan rêz û refan?
Min xwendin û nivîsîn, ilm û irfan, rojname û kovar helbijartin. Mir da ser vê riyê. Ez nikarîbûm bibûma paşa, zabit, tacir, dikandar, karmend, hembal, berdevk, peyiyê malê û xemxwarê karê rojane. Ev kar û tişt li min ne dihatin. Ne bala min li ser wan bû û ne jî wan heyecanek didan jîna min.
Lê nivîskarî, rojnamevanî, kar û dozên mezin, hedef û armancên bilind, pîrozheycanek bê payan didan min. Ez, yan jî, ez, bira, mam û merivên xwe jî, bi hesibînim û bibêjim em, bi bîr û dîtinên Roussau, Dîderot, Voltaire û feylesûf û nivîskarên din yên şoreşa Firansayê, bi şirên Ehmedê Xanî û Omerê Xeyam û bi ders, tecrûbe û serpêhatiyên mîr Bedirxan perwerde bibûn. Ma me qîma xwe bi karên rojane dianî? Min hedefê xwe hilbijart…
Hingê du mecmûa hebûn, ku li ser dilê min, hem pir ezîz bûn, Ictîhada Abdellah Cewdet beg û (Serbestî) ya Mewlanzade Rifet beg.
Gava min daxwaza xwe ya xebatê, li cihê Serbestî û Mewlanzade Rifet beg re got, wî berçavkên xwe derxistin, ez hembêz kirim (Mukemmel, Mukemmel) got û ez li aliyê din yê bureyê li ber maseke biçûk dam rûniştin. Bi vî awayî min dest bi xebata rojnamevaniyê kir…
Serbestî rê li ber min vekir ku ez bikaribim rojname û kovarên, ku min paşê li welatên dûr û xerîb derxistin, biweşînim. Eger ew tecrûbên rojên Stenbolê nebûna, ne Hawar û kitêbên wê, ne jî Ronahî derdiketin. Ez ne bawerim ku ewê bikarîbûna derketina…”
Ji hingê ve Mîr Celadet Bedirxan pîş bi karê rojnamevaniyê kiriye, pê mijûl bûye û gelek gotar di rojnameya (Serbestî) de weşandine. Ew rojnameya ku di navbera salên 1909-1913an de li Stenbolê dihat belavkirin. Di sala 1910an de, dema ku hej xwendina xwe dikir, bi kar û barê weşandina kovareke dibistanî rabûye û berpirsiyara wê kiriye. Di sala 1912an de, bi şagirt û qutabiyên Kurdên Stenbolê re beşdarî avakirina (Komela Xwendevanên kurd) bûye, ewa ku tê naskirin bi navê “Hêvî“.. Û di wan salan de kar di weşan û belavkirina kovar û rojnameyên wê demê de kiriye, wek:
– Rojî Kurd (1913): Eva ku di bin berpirsyariya Mihemed Salih Bedirxan de dihat weşandin.
– Hetawî kurd (1913): Eva ku di bin berpirsiyariya Hemze begê Miksî de dihat çap û belavkirin.
– Yekbûn (1913): Ev jî di bin berpirsiyariya Mihemed Salih Bedirxan de dihat weşandin.
Di sala 1918an de, alîkarî di weşan û belavkirina kovara “Jîn” de kiriye, ewa ku organa (Komela Tealî Kurdistan) bû û di bin berpirsiyariya Memdûh Selîm beg Wanlî û Hemze begê Miksî de li Stenbolê dihat weşandin…
Û weha ta ku di roja 15 gulana 1932an de kovara xwe “Hawar” bi tîpên latînî li Şamê çap û belav kiriye û di rûpelê pêşî de wiha gotiye: Hawar dengê zanînê ye, zanîn xemnasîne, xemnasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, heyina zimanê me dê bide naskirin, lewma ko ziman şertê heyînê a pêşî ye.
Bi weşandina kovara Hawarê re, bi tîpên latînî, yekemîn care di dîroka Kurdan de ku zimanê kurdî bi tîpên latînî tê nivîsandin.
Ji vê kovarê 57 hejmar hatine weşandin. Hejmara dawîn di 15ê tebaxa 1943an de derketiye. Temenê Hawarê dor 11 salan dirêj kiriye, belê du caran jî ev kovar ji ber rewşa aborî hatiye sekinandin.
Ev kovar bi du zimanan, kurdî û firansî, dihat weşandin. Ji hejmara 1-23an bi du alfabeyan, erebî û latînî, dihat nivîsandin, ji hejmara 24an û bi şûn ve, bi tenê alfabeya latînî maye berdest..
Di destpêka weşandina kovara Hawarê de bi tîpên latînî, gelek Şêx, mele û feqeyên Kurdan dijî berdestkirina tîpên latînî ji zimanê kurdî re sekinîne û gotine: Ev tîpên gawiran in, çawa hûn pê zimanê me dilewitînin?! Ta ku şêx Ebdulrehmanê Garsî fitûk deranîye û tîpên latînî ji zimanê kurdî re helal kiriye…
Naveroka hawarê bêtir li ser van babetan belav dibû: Alfabeya kurdî, zimanê kurdî, giramêra kurdî, ferhenga kurdî, hem jî stûnek ji zarokan re û quncikek bijîşkî û tendurustî jî tê de hebû..
Gelek nivîskarên Kurdan bi rêya hawarê nav û deng dane, wek: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nureddîn Zaza, Reşîdê Kurd, Hesen Hişiyar. Jixwe Qedrî Can wek nûxariyê Hawarê tê naskirin, çiko ew ji yê pêşîn bû ku tê de nivîsandiye.
Di sala 1942an de, mîr Celader kovarek din, bi navê “Ronahî” di gel kovara Hawarê weşandiye, ev kovar jî bi kurdiya latînî li Şamê dihat çap û belavkirin.
Hejmara pêşîn ji vê kovarê di 1ê nîsana 1942an de hatiye weşandin, hejmara dawîn (28) di adara 1945an de derçûye. Bi vê kovarê yekemîn care ku rojnamevaniya kurdî bi wêne tê weşandin.
Bi saya mîr Bedirxanê Botî, kur û neviyên wî, roja îro em xwe peyebilind di nav netewên cîhanê de dibînin, bi saya mîr Bedirxan yekemîn serhildana kurdî a netewî destpêkiriye, bi saya kurê wî Miqdad Medhet Bedirxan, bingehê rojnamevaniya kurdî hatiye danîn û bi saya neviyê wî mîr Celadet Bedirxan zimanê kurdî bûye xwedî alfabeyek xweser, ku roja îro piraniya kurdan bi alfabeya wî dixwînin û dinîvisînin.
Eger mirov li dîroka malbata Bedirxaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku Bedirxanî bi tevayî di sirgûn û zîvariyan de hatine kuştin û mirin û ev yek bi tena xwe xweş nîşane ji dilsozî û wefadariya wan re, ji gelê Kurd re. Û ku em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê xwe de binivîsînin.
Sed rehmet li giyanê tev referên malbata Bedirxaniyan bibare, bihuşt cih û warê wan be.

Duhok, 25.06.2013