Gotineke bi wate…

Xelîl kalo

“Ji Edeba gelêrî”  Eger mirov bi çavê  lêkolînvan û bi şêweyekî hûrik hûrik li nav keleporê gelê kurd de bigere, birastî wê gelek wêne û ramanên ciwan, bi wate û nişa bibîne,   ku ew bi xwe şêweyeke resene ji çand û  felsefa gelê kurd ya gelêriye  ku neynika rewş û rengê jiyana wî ya kevin têre tê xuyakirin , dise jî ew felsefe astê hizir û raman û çanda wî di derbarê sistema civakîde  têne berçavan .ku ew milet çawa xwestîye bijî.
weke her miletekî em kurd di her qunaxên dîrokîre derbasbûne ji wan jî sîstema eşîretî ku diwê  heyamê de wêje û toreya devkî têde bercavbû ku heta roja îro ew berhemên hunerî û ramangêrî  xwe gihandine roja îro . ji ber bedewî , ciwanî û wateyên xweyî mirovatî û exlaqî ku dibine nirx û samanên netewî.
 
Kar û kirin ewin ku dibin bingiha resen ji bo pêşketin û avakirina civakan di hemû astên jiyanê de ,gotin û kirin ew saxletên leheng û serokane ku mêjiwa her miletekî tijîne bi biberhem û serpêhatîyên wan , ewin şana gelan û sedemên sereke di pêşveçûna wan de ,dîroka gelê kurd bi van mînaka  tijîye ku her demê rahijtine canê xwe û danîne ser destê xwe ji bo armancên xwe heta dilopa xwîna xweyî dawî kar û xebatên xwe meşandine ,eger jiyana kurdan ne bivî rengê habane û bi  saya xwîn û şîretê vî nifşê mirovan bane , niha em kurd wekî hin gelan hêvşihabûn û windabûbûn ,erê hê em bindestê xelkêne lê hema hê em li berxwedidin  û hê ser rîya berxwedanê dimeşim.
 
Di nava vê berxwedanê de bi sedan hebûn ku riya mezinan digirtin bê ku navdarbin û xwedî navbin , wan di kêleka şêrande xwedidana bêş û bûne şêr , her dem li pêşbûn ku di seran serê dîroka kurd de ewbûn yên ku rahiştin ala rizgarîyê û bûne qurban di wê rê de , mêranî bi tena xwe ne bese lê gereke di her demê de ,pêre şiret û zanabûna aqilmendan jî gereke ,lewma gelek navdar dibêjin aqil û mêranî pevre dibin hêzeke xurt û ticarî nayê tewadin , me kurdan di nêjiwê de hebûm pir mêrxas û qehreman lê me bi qasî wan ne bûn aqilmend ,lewma jî em  bi serneketine ,ew mane me jî  bi saye serê wan ciwanmêra ye.
 
Heta roja îro jî yên dibêjin û na kin hene ,sikak tijîne ji wan ,ewin dibine egera paşketin û lawazî civaka kurd ku tenê bi gotin û şoran dora xwe di xapênin , perê xelkê ji armancên wayî serke di guharin , tenê armancên wan di hêlin di çarçova sûd û berjewndiya de , ew çand û hizir evbû çendên salan di nava civaka gelê kurd de jiyan dibe heta gihaye astekî ku piranîya mirovan ketine bin bandora wê rewşenbîriyê de , ku rengê civaka kurdî ber bi windabûn û xerîbiyê ve dibin, her yekê ku ji dê û bavê xwe re ne gerekbû xwe xistiye serkêş û şêwirmendê zemanê xwe ku heta roja îro jî ti berhemên şêwirmendiya wan ne hatîye xuyakirin , heme her gotin û gotine .ji ber wilo jî  kurdan gotiye:  yê bêjê û bikê  şêre …yê  nebêjê  û bikê  mêre …. yê bêjê û nekê  kerê  nêre….

17.6.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…